12 november 2008

Lînckirina kurdan divê bê bedel nemîne

Roj tuneye ku kurd marûzî erîş û lînckirina tirkan nebin. Piştî gotinên Erdogan yên ”yek milet, yek dewlet, yek al û yek welat” yanî divê li Tirkiyê her kes bibe tirk, teşebusên lînckirina kurdan jî zêde bûn.
Milet ji xwe ji berê da li pelekî nexwendî û li îşaretekê digere, dema berpirsiyarek ya jî serokê dewletê tiştên wiha bibêjin wê demê dest bi êrîşan dikin.
Bûyerên lînckirina kurdan li Tirkiyê êdî bûne bûyerên rojane, êdî kes ecêb namîne.
Di van du hefteyên borî da belkî bi dehan êrîş û bûyerên lînckirina kurdan hatin meydanê.
Çend roj berê ji ber ku xortekî li muzîka kurdî guhdarî dikir ji alî sê tirkan va bi kêran hate kuştin.
Çar roj berê(8/11) dîsa xortekî kurd yê bi navê Yusuf Ozê Mêrdînî dema ji Edenê diçû Serikê nehiya Antalyayê ji alî grûbek tirk va marûzî êrîşeke hovane hat û ji mirinê xelas bû. Bûyer û rismê Yusuf Oz do di çapemeniya kurd da belav bû.
Medyaya tirk êdî qala bûyerên wiha nakin. Diyar e wan û serokerkan li hev kirine. Ji ber ku berî nuha bi du heftan serokerkan bi hemû rojnameyên ra civînek kir û ji wn xwest ku ew bi wesanên xwe zirarê nedin dewletê.
Derengê şevê dema min di Kurdistan Postê da sûretê Yusuf Ozê reşxeniqî û di nava xwîn da dît min ji însaniyeta xwe fedî kir. Kîn û nefreta min ya li hember tirkan di bedena min hilnehat, gihîşt erş û asîmanan.
Li bajarekî tirkan ji ber ku însanek kurd e 20 kes lê dicivin û lêdixin, lînc dikin.
Kes guha nade gazî û hawara wî.
Kes ji êrîşkaran ra nabêje çima hûn li xortî dixin?
Kes êrîşkaran ji xort venaqetîne.
Bîst kes li kurdekî dixin û lêdixn…
Çima?
Ji ber ku ji Mêrdînê ye.
Ji ber ku kurd e.
Yusufê kurd Xwe davîje dikanin.
Li deriyê malan dixe.
Ji însanên tirk alîkariyê dixwaze, dixwaze xwîna wî pa bikin, serê wî girê bidin, ban ambûlans û pûlsan kin.
Lê yek tirk jî alîkariyê pê ra nake, dilê yek tirkî jî pê naşewite.
Çimkî dilê wan jî û ûjdanê wan jî bûye kevir, li hember kurdan hemû hestênxwe yên însanî wenda kirine.
Yusuf Oz ji bo xebatê ji Edenê diçe Serika Antalyayê, li hala sebze ya ku ewê lê bixebite li qahwexaneyekê rûdine. Di wê nabênê da 3 kes diçin ba wî û dibêjin ” tu ji ku yî? ”Piştî ew dibêje ez ji Mêrdînê me, hersê bi hev ra êrîşî wî dikin û dibêjin, ”Kurdên pîs, emê xwîna şehîdên xwe li erdê nehêlin” û lê dixin. Kevir, dar, keremît çi bi destê kê dikeve li serî û bedena Yusufê kurd didin.
Çimkî kurd e.
Êrîşa li hundur qahwê dest pê dike, Yusuf direve der. Lê li wir îcar yên lêdixin zêdetir dibin, dixwazin wî lînc bikin.
Yên li dixin, di bera ra jî dibêjin, ”Ev kurd e, li vî alçaxî xin” û her kesê tê li Yusuf dixe.
Xortekî kurd, li bajarekî tirkan ketiye nav lepên miletê tirk û weke gurên har, weke qertelên ser berateyan li ser serê Yusuf Oz kom dibin, lêdixin, ji ber ku kurd e dixwazin bikujin.
Piştî êrîşê Ozê Kurd direve der, lê ew jî didin dû wî.
Dibêje ”ew jî derketin der. Dibêjin ev kurd e, lêxin.”Li ser vê fermanê, kî tê lê dixe.
Yusuf dibêje, ”Teqrîbe 20 kes li min kom bûn, bi keviran li ruyê min, çavên min, laşê min, li herdera min dixin.”Kesên lê dixistin nasname û telefona wî jî jê distînin û dûra jî dibin ba şofêrê ku ew biriye wir. Ji şofêr ra dibêjin, ”tu çima van terorîstan tînî vir” û heqaretan li şofêr jî dikin û piştî wê, dibêjin ”biterqize ji vir here” û wî berdidin.
Oz dibêje, dema li wî dixistin wî xwe avêtiye aşxaneyeke li ciyê bûyerê, lê xwediyê aşxaneyê gotiye, ”Biterqize here, neba belaya serê min” û ew avîtiye der.
Dûra ew berbî malan va reviyaye, li zîlên deriyan xistiye, lê ji malan jî tu kesî alîkariya wî nekiriye.
Dibêje li ser vê, ”Di binê balkona malekê da min xwe 2 saetan veşart. Ji kesên dihatin û diçûn ra min digot, ban ambûlansê kin, ban pûlisan kin, lê kesê li min jî mêze nedikir. Min li kîjan derî xist, gotin ”Kurdê pîs, tu terorîst î û ez avîtim der. Di dawiyê da firneciyekî alîkariya min kir. Piştî ku xwîna min hinekî paqij kir, xeber da pûlis.”Pûlis wî dibin nexweşxaneyê.
Oz dibêje, ”Li gel ku ji sê ciyan serê min şikiya bû, tenê ciyek dirûtin. Û fena ku bixwazin ji min xelas bibin bêyî ku bi rindikî serê min pansûman bikin ez şandim der."
Pûlis jî jê ra dibêjin, ”Lawo, heger tu dawacî bî ewê te sax nehêlin. Tu yê nikanibî sax ji vir herî û em jî nikanin ewlekariay te temîn bikin. Û dûra jî pûlisan ez birim otogarê li otobozekê kirim û şandim Edenê. Ez bi ber tena pantolon û di nava xwînê da hatim Edenê.”Nivîsandin, ax û oxf, liberketin pere nake, divê tiştek were kirin.
Divê tirk herroj nikanibin vê zulmê û heqaretê li kurdan bikin.
Divê kurdên di nava tirkan da dijîn xwe hewqasî bêmecal û mêkes his nekin.
Mebûsên kurd divê van bûyeran bibin meclîsê û ji hukûmetê, ji serokwezîr midaxele û beyanên resmî bixwazin.
Divê kurd bibêjin, heger emê herroj marûzî van êrîşên nîjadperest û faşîzan bibin wê demê em dixwzin veqetin.
Ev yek yek.
Ya duyem, divê PKK û HPG li hember van bûyeran bêdeng nemîne, tenê bi beyan û protestoyan qîma xwe neyne.
Divê hin tedbîran bigre, hin bersîvan tirkan rawestîne, bitirsîne bavêjin.
Divê kurd xwe organîze bikin û xwe biparêzin.
Heta ku tirk bivikê, tirsê û bersîvê nebînin dev ji êrîşên xwe bernadin.
Ya din divê rêxistinên kurdan van êrîşên hemûyan tomar bikin û bişînin rêxistinên têkildar, divê haya cîhanê ji van êrîşên rasîst û faşîst çê bibe.
Bi kurtî divê di warê siyasî, huqûqî û leşkerî da serok û rêxistinên kurdan bêtir aktîv bin û bersîva van êrîşan bidin.
Divê tirk bibînin ku bedelekî van êrîşên wan heye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE