30 november 2008

Çapemeniya kurd divê derewên tirkan zû nefroşin kurdan

Bi nêzîkbûna hilbijartinên mehelî ra fen û fût û sozên dewleta tirk û hukûmeta AKP-ê jî ji berêvkê da zêde dibin.
Piştî soza ”TRT-ya bi kurdî” nuha jî minaqeşeya wergera Qurana Kerîm ya ”bi destê dewletê” avêtin ortê.
Li gor xebera rojnameyên Redîkal û Akşamê, ji Serokatiya Karên Diyanetê du zanayên xwedîgotin ji bo projeya wergera(mealî) Qûrana bi kurdî, bi gotina tirkan ”lempeya kesk” vêxistine.
Serokê Heyeta Weşanên Diyanetê Prof. Dr.Saim Yeprem gotiye:
"Metnên Mewlûda kurdî jixwe hene. Bi destê dewletê amadekirina metnên Qurana Kerîm jî ne tiştekî ku ne mimkûn e.
Quran dibê bi her zimanî hebe. Hebûna kurdî li Tirkiyê rastiyeke. Di vê çarçeweyê da dibê meala Quranê jî were amadekirin. Piştî ku TRT biryara weşana bi kurdî dide, çima ewê meala Quranê ya bi kurdî tunebe.”
Piştî van gotinên girover û yên dilxweşkirinê Yeprem efendî di dawiyê da ”lê”yek lê zêde kirye û gotiye:

”Zahmetiya herî mezin, hewcedarî bi alimên ku bi kurdî û erebî baş zanibin heye.”Tiştê meriv ji gotinên Saîm Yeprem efendî fêm dike, nuha kesên wiha tunene, lê heger rojekê werin dîtin ewê ev yek jî were kirin.
De hela hûn bala xwe bidin vê ecêbê!
Di nava tirkan da kesên bi erebî baş dizanin hene lê di nava bi milyonan kurdên ku zimanê wan yê perwerdeyê bi erebiye kesekî ku vî karî bike tuneye.
Ev vireke ji serê xwediyê vî îdîayê mezintir e, heger ne bi hezaran be, bisedan kurdên kanibin vî karî bikin hene. Û ji xwe berê jî pir ne baş be jî kurdan bixwe ev werger kiriye. Yanî astenga wergerê ne rast e, vir e.
Berpirsiyarê weşanên Serokatiya Karê Diyanetê û Cîgirê Serokê Diyanetê Mehmet Gormez jî xwedêgiravî piştgiriyê daye gotinên SaîmYeprem yên derbarê wergera Quranê da û gotiye:
”Ne tenê bi kurdî, bi her ziman û lehçeyê divê Quran hebe. Lê di rojeva me da xebateke wiha tuneye. Ji ber ku li gor kurdî wergerên gelek zimanên din hene ku ji kurdî bêtir tên bikaranîn, me hîn tercumeyên wan nekiriye. Amadekirina Quranê bi kurdî bi serê xwe pirseke ilmî ye.”Yanî pîrê memir buhar tê, kerê memir qîfar tê.
Bi gotineke din tiştê hatiye gotin vir e, xapandine, dewlet tiştekî wiha nake.
Ji destê dewletê bê ewê qedexe bike.
Gormez pir eşkere dibêje, ”di rojeva wan da xebateke wiha tuneye.”
Îcar piştî ku "di rojeva wan da xebateke wiha tuneye", ez fêm nakim hin malperên kurd çima vê derewa mamûrekî tirk weke biryareke dewlet û hukûmetê pêşkêşî xwendevanên kurd dikin?
Çapemeniya kurd divê bi temkîn û bi çavekî rexnegir li xeberên wiha binêre, her dereweke dewletê ya ji bo propagandeyê tavilê neweşîne.
Û ya din jî ji xwe mêrikan negotine biryareke wiha hatiye girtin, tenê gotine "divê bibe." Lê nuha ne kurdekî vî karî biike heye û ne jî xebateke wiha di rojevan da ye.
Li gor îdîeya Gormez, kurdî zimanekî biçûk e, zêde nayê bikaranîn, loma jî nuha ne di dorê da ye. Di destê wan da wergerên hin zimanên ji kurdî bêtir tên bikaranîn hene, wan hîn ew werger neqedandine.
Yanî binake û sinakeya derewa Saîm Yeprem tuneye, gotineke û ji xwe ra kiriye.
Weke Saîm Yeprem, Gormez jî ji tunebûna kesên bi kurdî û erebî dizanin gazin kiriye û gotiye:
”Ji bo karekî wisa pêwîstî bi alimên ku kurdî baş dipeyivin û baş dinivîsin heye. Berê divê ev alim werin dîtin.”Ji bo ku kurd zimanê xwe fêr nebin, nikanibin nûçeyan bi kurdî bixwînin hukûmeta AKP-ê hema hema hemû malperên kurdî yên nûçeyan(Netkurd, Avesta, Rizgarî, Pûkmedia, Kurdistan Post) qedexe kirine, rojnameya Azadiya Welat meheke din dan girtin û kanalên telewîzyonan kurdan jî bi sinyalan xera dikin.
Dîsa çendakî berê hin meleyên kurd ji bo ku xutbeyên roja îniyê û weaz bi kurdî bêne xwendin serî li diyanetê dan, lê diyanetê ev daxwaza kurdan qebûl nekir.
Berpirsiyarên diyanetê gotin zimanê dewletê yê fermî tirkî ye û bêyî tirkî nabe bi tu zimanekî din xutbe û weaz were xwendin.
Û hukûmeta xwediya vê bersîvê ewê rabe di zanîngehan da beşê zimanê kurdî veke, Quranê wergerîne kurdî û telewîzyonê da dest bi weşana kurdî bike.
Hema ev derew neket serê min.
Helbet bikin pir baş e, lê li gor baweriya min nakin, vira dikin. Loma jî heta di praktîkê da nebînim ezê bi şik li van îdîeyan binêrim.
Ma çi têkiliya Netkurdê, Avestayê û Pûkmediyayê bi PKK-ê ra heye? Çima xwendina wan asteng dikin?
Li Tirkiyê bi sedan malperên weke kerxaneyê dixebitin hene, jinan û zarokan difroşin, wan nagrin, malperên kurdan digrin.
Digrin ji ber ku li dijî hebûna zimanê kurdî ne, li dijî hebûna miletê kurd in.
Hukûmet û rejîma ku van malperan sansor bike, rejîmeke pir xerab û faşîst e û li hember miletê kurd siyaseteke nîjadperest û pir dijminane dimeşîne.
Divê em kurd vê rastiyê bibînin.
Ez bi xwe vanan hemûyan weke virên berî hilbijartinan dibînim.
Cara berê jî AKP-ê berî hilbijatinên giştî îmajeke wer da xwe fena ku careke din were ser hukum ewê meseleya kurd çareser bike.
Praktîkê nîşan da ku çawa çareser kir?
AKP-ê heta nuha di meclîsê da çi kiribe di belediyên xwe da jî ewê eynî tiştî bike. Siyaseta AKP-ê ”yek dewlet, yek milet, yek al” û yek ziman e.Herçeiqas Erdogan ”yekziman” bi şertên xwe va neke jî maneya ”yek milet” yek ziman e jî.
Çimkî miletê tirk zimanekî wî heye û ew jî tirkî ye
Ev yek pir vekirî ye. Divê hinek kurd bi zanetî xwe li xamî û nezaniyê daneynin û gotinên Erdogan çewt fêm nekin.
Erdogan pir vekirî dibêje: Dibê hûn bibin tirk. Dema hûn nebin tirk û bixwazin weke kurd bijîn divê hûn ji vî welatî bar bikin û herin ciyekî din.
Îcar xwediyê van gotinan ewê destûrê bide telewizyona kurdî, beşê zimanê kurdî û tercumeya Quranê, ew jî qet nakeve serê min.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE