12 januari 2008

Aqilê sivik barê giran !

Teqîna di 3-ê çileya paşîn da (3/1-08) li Diyarbekirê hat meydanê û bû sebebê kuştina 6 kesên sivîl û gelek birîndaran her ku diçe bîn dide û wek porê dînan li hev digere.

Di destpêkê da, heta 5 rojên pêşîn PKK bêdeng ma û di derbarê bûyerê da tu beyan neda. Piştî bûyerê bi 5 rojan(di 8-ê mehê da) li ser navê KCK-ê(Koma Civakên Kurdistanê)Bozan Tekîn beyanek da ANF-ê û qebûl kir ku bûyer ji bal hin hevalên wan va hatiye kirin. Bozan Tekîn di beyana xwe da wiha gotibû:

”Ev êrîş ne planeke me ya merkezî ye. Li gor lêkolînên me, ev êrîş ji alî grûbên herêmî yên serbixwe va hatiye kirin. Ji ber ku kesên sivîl jiyana xwe wenda kirine em pê gelkî xemgîn bûne û ji ber vê yekê jî ji gelê xwe lêborînê dixwazin.”
Lê serokê KCK-ê Murat Karayilan îro hin tiştên berovacî van gotinên Tekîn dibêje. Karayilan dibêje, her çiqasî fail hevalên wan bin jî biryar ne ya wan e û dikane tiliya dewletê tê hebe.

Murat Karayilan îro ji ajansa ANF-ê re gotiye, ”Erê rast e ew kesên ku di sisiyê çile da teqîna li Diyarbekirê pêkanîn terefdarên wan in lê belê biryara pêkanîna çalakiyê ji merkeza wan derneketiya û loma jî ew jê ne berpirs in.” Murat Karayilan dûr û dirêj li ser bûyerê radiweste û wiha dibêje.

”Tu têkiliya tevgera me bi vê çalakiyê re nîne. Ji roja ku bûyer qewimiye û heta îro em bi rêyên cida lêdixebitin ku agahdariyeka temam û zelal di heqê vê bûyerê da bidest xin. Me hîn jî agahdariyeke zelal û konkret bi dest nexistiye. Wisa tê fêm kirin ku ev çalakî b însiyatîv û biryara yekîneyeka herêmî çêbûye. Lê belê dem, cih û metoda wê tiştekî wisa ye ku qet nayê qebûlkirin. Yanî merkeza tevgera me berpirsiyariya vê bûyerê nagre ser xwe. Hîn jî ne diyar e ku çalakî bi dîrektîfa kê çêbûye.”

Karayilan di bersîvên xwe da rasterast dewletê tawanbar nake, lê belê bi rengekî sergirtî îma dike ku hin hêzên dewletê dikane merivên wan bi kar anîbin.

Li vir divê meriv bipirse, çima we ev îhtîmal di destpêkê da negirt ber çavan?

Bêyî ku hûn lêkolîneke baş bikin û bizanibin kê kiriye, çima we rabû bûyer girt ser xwe û ji gel jî uzrê xwe xwest?

Esas her kesê ku hema hinekî jî aşînayê siyasetê texmîn dikir ku dikane ”dewleta kûr” li pişt vê bûyerê be.

Ji ber ku bi cî, wext û netîceyên xwe ve bi kêrî dewletê dihat.

Kesên di teqînê da hatine bikar anîn dikanin çend xortên li rû hevalên PKK-ê bin, lê ya di bin ra merivên dewletê ne ya jî yên ku emir dane wan û ew bikar anîne ew merivên dewleta kûr in.

Divê PKK-ê texmîn bikira ku bûyer dikane berî çûyina Abdullah Gul ya Emerîkayê tertîb û lîstikeke AKP-ê be.

Bi îhtîmaleke mezin AKP-ê him teqîna Diyarbekirê û him jî ”operasyona” li dijî El-Qaîdeyê ji bo ku Abdullah Gul di hevdîtinên xwe yên bi Bush ra xwedî hin argumentên xurt bin organîze kir.

Wek tê zanîn berî çûyina Gul bi 2-3 rojan li Wanê, li Diyarbekirê û li çend derên din xwedêgiravî li hemberî El-Qaîdeyê hin operasyon hatin kirin û li dora 30-40 kesî girtin bin çavan.

Û ya din jî teqîna Diyarbekrê bû. Gul ev herdu bûyer jî wek dosye bir danî ber Bush.

Du argumentên pir xurt: PKK ne li Tirkiyê û li hember tirkan tenê, li hember kurdan jî terorê bikar tîne, kurdan jî dikije.

Û jixwe serokerkan jî û Erdogan jî di propagandeyên xwe da wer gotin, gotin PKK kurdan jî dikuje.

Û li hember vê ”terora” PKK-ê jî, AKP li dijî El-Qaîdeyê operasyonan dike.

Helbet ”operasyona” li dijî El-Qaîde saneryoyeke xapandinê bû, ji bo ku emerîkiyan bixapînin. Ji bo ku bigihîjin armanca xwe çûn çend kurdên feqîr girtin û gotin ”me darbeyeke” mezin li El-Qaîdeyê xist.

Divê Karayilan ne îro, di serî da bigota ”hîn ne diyar e ku çalakî bi dîrektîva kê çêbûye”?
Lê mixabin gelek carî aqilê me kurdan dûra tê serê me.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE