09 december 2007

Li ser daxwaza tirkan nexşeya Kurdistanê hat qedexekirin

Tirkan nexşeya Kurdistanê li Kurdistana azad qedexe kirin.

Çavê me hemû kurdan ronî be, tirkan piştî Tirkiyê û Kurdistanê Tirkiyê, li Kurdistana azad jî bikaranîn û bidardekirna nexşeya Kurdistanê li kurdan qedexe kirin.

Nexşeya(xerîteya)Kurdistanê ya li ser hin wasîteyên pûlisên trafîkê, piştî protestoya Tirkiyê, bi emrê hukûmeta Kurdistanê hat rakirin. Lê sînorên vê “qedexeyê” nehatiye eşkerekirin.

Gelo ev qedexe ji bo hemû dahîre û dezgehên dewletê yên din jî derbas dibe yan na?

Gelo ji nuha û pê va kesên sivîl jî ewê bikanibin nexşeya Kurdistanê li mal û dikanên xwe bi darde kin, li ser wasiteyên xwe çêkin ya na?

Divê hukûmeta Kurdistanê di vî warî da tamîmekê belav bike, ji bo ku xelk bizanibe çi qedexe ye û çi ne qedexe ye?

Ya din, gelo ev qedexe sûc e yan na û heger sûc be cezayê wê çuqas e?

Li gor ku rojnameya tirkî Mîllîyet dinivîse, dibêje ne ji ser wasiteyên pûlisan tenê hate rakirin, li dikanan jî kirîn û firotina wê hatiye qedexkirin.

Weleh divê meriv tirkan pîroz û teqdîr bike. Mêrikan ne tenê li welatê xwe, li welatekî din yê serbixwe jî nahêlin însan nexşeya welatê xwe bi darde kin.

Piştî ku mêrikan daxwaza xwe ya qedexekirina nexşeyê hewqasî bi hêsanî dan qebûlkirin ez bawer dikim sibe jî ewê dor were qedexekirina alê.

Ji bo xatirê “vê dema nazik û kêmkirina reaksiyona tirkan”, sibe ala Kurdistanê jî li kurdan neyê qedexekirin baş e.

Serokê MHP-ê Bahçelî, kurdan bi qetlîameke mezin tehdît dike
Serokê MHP-ê(partiya faşîst)Devlet Bahçelî, ji ber gotinên Serokwezîr Erdogan yên ku du roj berê di derbarê vegera gerîllayên PKK-ê da gotibûim n hErdogan û him jî miletê kurd dehdît kir.

Erdogan, du roj berê di axaftineke xwe da gotibû:

” Em dixwazin rê li ber derkitina serê çiyê bigrin, em ji wan kesên ku li çiyê ne û tevî terora bixwîn nebûne ra dibêjin werin ba dê û bavên xwe.”

Bahçelî, van gotinên Erdogan “wek lîstika bi agir” şirove dike û dibêje:

“Ev gotinên Serokwezîr tenê tê maneya efûkirina xayinan û kirinên wan jî ewê ji wan ra kar bimîne. Divê Serokwezîr dev ji lîstika bi êgir berde. Ez pir vekirî dibêjim, cî û meqamê wî çi dibe bila bibe ewê hêza tu kesê têr neke ku vê yekê bike.(...) Komara Tirkiyê bi alîkariya şiyarbûna milet ewê bersîveke pêwîst bide terorîstan, berê ewê pişta îxanetê bişkîne û dû ra jî ewê koka wê biqelîne/zuha bike.”

Wek tê dîtin, mêrik pir vekirî him Serokwezîr tehdîti dike û him jî dibêje, piştî ku me PKK-e qedand, emê “koka wê biqelînin” yanî miletê kurd ji ortê rakin, tiştê anîn serê êrmeniyan bînin serê kurdan jî.

Wekî din tu îzahek van gotinên Bahçelî tuneye. Çimkî “koka” PKK-ê gelê kurd e, “qelandina kokê” qetlîama kurdan e.

Ev alîyekî meselê ye, aliyê din yê meselê jî gotinên wî yên ji Serokwezîr ra ye. Ne Erdogan û ne jî dozgerek nabêje.

-Tu çawa û bi çi selahiyetê dikanî Serokwezîrê welatekî wiha tehdît bikî?

Heger xwediyê van tehdîtan ne Bahçelî lê yekî kurd bûya, bêguman nuha ji zûda dozgeran di der heqê wî da doz vekiribûn û hemû medya tirk rabûbû pêdarê.

Li Tirkiyê bi şertê ku divê li dijî kurdan be, her babet sûc, curim û bêqanûnî serbest e.

2 kommentarer:

  1. Xalo ez dibejim qey ev hemu chiroken tirka ne. Ez dibejim qey tu xerite li ser wasiteyan tunebu, xuyaye yeki ji xwe re li wasiteyeke zeliqandibu u rijnamevaneki tirk ji ev ditibu.
    Nuha ji dibejin hatiye qedexekirin.

    Ev chiroken rojnameyen tirkan e. Ew weha dikin ku kurden tirkiyeye bikin diji kurden bashur.

    SvaraRadera
  2. Bê guman çapemeniya tirk kûra derewa ye, di heqê kurdan da dikane her derewê bike.Ev karê wan yê esasî ye. Lê kurdan jî ev îdiaya tirkan tekzîb nekirin.

    SvaraRadera

PARVE BIKE