25 december 2007

Fort û êrîşkariya tirkan ji ber zeîfiya wan e

Serokerkanîya tirk di derbarê êrîşên xwe yên di 16 û 22-yê çileyê pêşîn da îro di malpera xwe da bi beyanekê belav kir.

Serokerkaniya tirk wek her tim di vê beyanê da jî ji miletê tirk ra dîsa gelkî pesnê xwe dide, dûr û dirêj qala mêranî û qehremaniya artêşê dike.

Serokerkanî îdîa dike ku wan di van herdu êrîşên xwe da li 200 hedefên leşkerî, lostîk, şargeh û nizanim çi xisitne û bi kêmanî 150-175 ”terorîst” jî kuştine.

Yek cesd jî di destên wan da tuneye lê hejmara kurştiyan dizanin. Çimkî ji tirkan ra reqemên gerîllayên kuştî gelkî girîng in. Bi bihîstina van reqeman demekê be jî kêfa wan tê.

Serokerkaniya tirk, di dawiya beyana xwe da Serokê Kurdistana Federe birêz Mesûd Barzanî, ji ber ku gotiye di êrîşê da kesên sivîl hatine kuştin, bêyî ku navê wî bide bi van gotinên jêrîn jî tehdît dike:

”Di 24-ê vê mehê da di civîneke çapemeniyê ku li ser navê bakurê Iraqê û hukumeta merkezî hatiye kirin da, berpirsiyarekî gotiye ku ’di operasyona hewayî da gelek sivîlan jiyanên xwe ji dest dane’. Ev îddîa bi temamî ji rastiyê dûr e. Îddîayên bi vî rengî yên bê bingeh ku cesaretê didin terora dijminê însaniyetê, tenê zerarê didin xwediyên xwe.”

Piştî vê beyena serokerkaniyê, Serokwezîr Erdogan jî eynî tehdîdên serokerkaniyê dubare kir, wî jî bi beyanekê gelek zirt dan xwe û wiha got:

Kî dibêje Tirkiyê zirar daye sivîlên ku li Bakurê Îraqê dijîn derewan dike. Yên viya dibêjin diyar in. Çavkaniya van buhtanan dîsa rêxistina terorê ye. Li hember cîranên me tu şêleke me ya hasmane tuneye. Lê kesên ku li hemberî me şêleke hasmane bigrin divê hêza Tirkiyê bibînin, ev yek ewê li menfeeta wan be. Hedefa me ew e ku em vê terorê ji ser vê cografyayê/nexşeyê rakin.”

Li ser gotinên birêz Mesûd Barzanî û Talabanî, do jî dîtina Erdogan hatibû pirsîn, lê zirteke wiha ji serê bavê xwe mestir nedabû xwe, tiştên hîn nermtir gotibû. Diyar e qumandaran guhê wî kişandin û hin gotinên girantir jê xwestin. Ew jî li ser vî emrê amîrên xwe ji mecbûrî fortekê dide xwe.

Tirk îro mihtacî fêrt û tehdîdên wiha ne, ji ber ku pir di dengasiyê da ne, li der û hundur roj bi roj cî li wan teng dibe. Mesela kurd û daxwazên wan yên rewa û însanî êdî bûye meseleyeke navnetewî, hêdî hêdî dikeve rojeva Neteweyên Yekbûyî. Tirk veşêrin jî ev yek wiha ye, êdî nizanin çi bikin. Loma jî li hember kurdan bi riya çapemeniyê şerekî psîkolojîk didin meşan din, bi riyê dixwazin qelsî û bêçaretiya xwe veşêrin. Lê êdî rim di çewêl hilnayê. Bi saya vê siyaseta wan ya înkarê êdî hemû kurd bûne yek, kurdên Îraq, Îran û Sûriyê jî êdî baş fêm kirine ku heta zora vê dewleta tirk ya ceberrût nebin li tu beşekî din yê Kurdistanê rehetî ji wan ra tuneye. Ji bo ku li beşekî din kurd bigihîjin azadiya xwe, divê zora dewleta tirk ya mahciran bibin û wê basko bikin.

Û ev roj jî hêdî hêdî nêz dibe.

Lê gotina "hedefa me ew e ku em vê terorê ji vê nexşeyê rakin" gelkî girîng e, maneya wê ya esasî li vê cografyayê qedandina miletê kurd e. Ji bo ku vê nêt û hedefa xwe eşkere nekin gotina "terorê" didin pêş, bi vî rengî reaksiyonên li hember xwe kêm dikin.

Li ser êrîşên artêşa tirk û zayiatên gerîlla ji berpirsiyarên PKK-ê Rûbar Andok jî îro di malpera HPG-da beyanek da dibêje:

"Ji 100 ton bombeyên ku artêşa tirk bi ser Çiyayê Qendîl da barandine gelekên wan neteqiyane. Gerîlla heta nuha “herî hindik 1 ton TNT ji van bombeyên kazan yên ku neteqiyayî bi dest xistiye û ewê jî têra wan î çend salan bike.”

Rûbar Andok di beyana xwe da, êrîşa balafirên tirk wek êrîşeke vala û bi serneketî bi nav dike û dû ra jî dibêje, “balafiran herêmên ku ew nas nakin, herêmên vala û sivîl bombebaran kirine, Emerîkiyan kîjan hedef dabin wan, wan jî li wan hedefan xistine.”

Andok dû ra jî dibêje, “yê ku rêberê wî etetok/qijik be pozê wî tu carî ji nava gû dernakeve.”

Bûyereke din ya gelkî girîng ku îro di çapemeniya kurd û tirk da olan da, gilînameya Mahmût Alinak bû.

Parlamenterê DEP-ê yê kevn, endamê DTP-ê û Berdevkê Meclîsa Gel yê Qersê Mahmût Alinak, ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ra gilînameyek şandiye.

Alinak, di gilînameya xwe ya li ser navê “Peyvdarê Meclîsa Gel ya Qersê” da dibêje kurd di dîroka xwe ya hezar salan da tim marûzî zulmê hatine û îro jî li Tirkiyê ziman û nasnameya wan tune tê hesêb û rû bi rûyî qetlîamekê ne.

Alinak, di di gilînameya xwe da giliyê Serokwezîr Erdogan û Serokerkan Orgeneral Buyukanit bi Neteyên Yekbûyî dike û dixwaze ev herdu şexs di mahkemeyeke navnetewî da werin darizandin.

Alinak di gilînameya xwe da wiha dibêje:

“Ev gelkê ku bêyî aşîtiyê tu tiştekî din naxwaze, gava doza mefakî herî biçûk jî bike di nava sînorên Komara Tirkiyê da bi pêkanîna jenosîdan ji ortê tê rakirin. Asîmîlasyon bi rengekî herî bê merhetmet tê meşandin... Vê qetlîam/jenosîd û asîmîlasyonê jî nuha Serokwezîr Erdogan û Serokerkanê Artêşê Buyukanit bi hev ra pêk tînin. Ji bo ku Neteweyên Yekbûyî midaxeleyî vê trajediyê bike ma divê şerekî navxweyî derkeve?"

"Miletê kurd di bin zulmeke nedîtî da dijî. Temaşevaniya rêxistinên navnetewî ya vê zulmê ji bo serdema me lekeyek reş e."

”Esareta ku kurd îro tê da dijîn li cîhanê nimûneyeke wê tuneye. Wek me li jor jî destnîşan kir, di demên berê yên kevnar da jî nav û nasnameya her gelî hebû. Lê di vê sedsala modern de ziman û nasnameya kurdan tune tê hesêb. Heger mistemleke bûn jî di dîrokê da ziman û nasnameya tu miletî nehatiye înkarkirin. Îro jî li ruyê cîhanê yek welatê, yek miletê ku navê wî qedexeye tuneye. Lê navê miletê kurd û navê welatê wî Kurdistanê qedexe ye. Ev qedexeya derî aqilan, berhemeke rûreşiyê ya dewletên ku Peymanê Lozanê îmze kirine û ji însaniyetê ra hîştine. Bi yek herfê be jî meriv nikane nameyeke kurdî ji meqamên dewleta tirk ra bişîne., sûc e. Di nivîseke tirkî da jî herfên “W, Q, X” sûc tê qebûlkirin.Li Qers, Diyarbekir, Anqere û li gelek bajarên din bi sedan doz hatine vekirin. Her kesê ku li Tirkiyê doza nasnameya xwe bike tê kuştin, ya jî tê zindankirin.”

Alinak, di dawiya gilînameya da dibêje:

Serowezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokerkan Yaşar Buyukanit vê zulmê û vê qetlîamê bi hev ra dimeşînin, loma jî divê ev herdu şex jî ji alî mahkemeyeke Neteweyên Yekbûyî ve werin darizanidin û cezakirin.Ji bo paşdedana mafên kurdan yên netewî û însanî divê Neteweyên Yekbûyî di nabêna kurd û tirkan da nabêncîtiyê bike.”

Ev gilîname gelkî girîng e û divê ji zûda bihata kirin. Li ser vê meselê min nivîsek jî nivîsî bû. Esas divê ne şexsek tenê, bi çûk û mezin, hemû rêxtin kurdan, hemû şexsiyet, edîb, nivîskar û hunermendên kurdan bi hev ra gilînameyeke bi vî rengî bişînin ji Neteweyên Yekbûyî ra û doza mafên xwe bikin.


Gilînameya birêz Alinak destpêkeke gelkî baş e, divê zûtirîn wext kurd gilînameyeke wiha amade bikin û bişînin ji Neteweyên Yekbûyî ra.

Mesela TKSP, HAK-PAR, DTP, PKK, Kongra Gel axir divê zûtirîn wext yek dest pê bike, ya jî bi hev ra dest bi xebateke wiha bikin.

Di vê em baş bizanibin ku xebatên wiha li cîhanê ji şerê çekdarî bêtir olanê didin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE