07 november 2007

Xeberek pir girîng !

Ev demeke ez her êvar di vî quncikê xwe yê mutewazî û ne bi nav û deng da li ser hev qala zulm û kêmaqiliya rêvebir û serokên tirkan dikim.

Helbet milet jî ji serokan pir ne biaqiltir e. Heger biaqiltirbûya ewê kesên hewqas xerab û paşdamayî nekira serokên xwe.

Her êvar, berî ku ez kompîtora xwe vekim, ez ji xwe ra dibêjim:

”Ezê îşev dev ji tirkan berdim, ji xwe ra qala tiştekî xweştir bikim.”

Lê dema kompîtorê vedikim û çavên xwe li malper û rojanameyên wan digerînim û wan dîmenên nîjadperest dibînim ji hêrsan gurûzî digre bedena min û bêhemdî xwe biryara xwe diguherînim û dîsa berê xwe didim wan.

Her êvar halê min û wan ev e.

Lê îşev, hema ew hemû kurdan qir jî bikin, ezê dîsa qala wan nekim. Kurd dibêjin, meriv diz be şevreş pir in, yanî rojeke din.

Îşev, ez dixwazim ji we ra qala bûyereke pir girîng bikim, ku hemû malperên kurdan yên bi nav û deng, yên ji alî bi hezaran kes ve tên zîyaretkirin ambargo danîne ser vê xeberê.
Nizanim çima?

Xeber, sê roj berê min di malpera ”SERWEXT”ê da xwend.
Li gor malpera Serwextê(http://www.serwext.com/nuce.php?aid=184), di 30-ê meha borî da, cîgirê serokê Partiya Azadî Kurdistan PAK(Kurdistana Îranê), Hisên Yezdanpene û hevalên wî di semînerekê da bi siyasetmedarê kurd yê bi nav û deng Selah Bedredîn ra minaqeşeyekê dikin. Piştî gurrbûna minaqeşê, Selah Bedredîn hin tiştên ne li rê, bi gotina Hisên Yezdanpane ”bêhurmetiyê” li hember PAK-ê û pêşmergeyên wan dike.

Li ser vê, Hisên Yezdanpene, sîleyeke(soran dibêjin zele) bi tîn li ruyê Selah Bedredîn aliyê rastê dixe.

Serwext, dema vê bûyerê dibihîze, telefonî Hisên Yezdanpena dike û meseleyê jê dipirse.
Yezdanpena di derbarê sîleyê da agahiya jêrîn dide Serwextê:

”Selah semînerek pêk anîbû. Li gor dîtina partiya me, rejîmên Îran û Sûrî li Kurdistana azad karên terorîstî dikin. Selah Bedredîn nexwest ev dîtina partiya me were gotin. Herweha Selah, pêşberî nûnerê me jî ”bêhurmetî" kir. Li ser vê yekê, ez çûme cihê semînerê û min daxwaza ronîkirina van dîtinên Selah kir. Û min got ko em qebûl nakin ko kesek bêhurmetiyan pêşberî partî û pêşmergeyên me bike. Selah bersîvek gelek xirab da min. Ji ber vê yekê, min jî zeleyek(yanî sîleyek) li rûyê wî yê rastê xist.”

Serwext dinivîse, dibêje ku roja din, ji ber vê sîleyê Selah Bedredîn çûye ser tuxtor.

Diyar e qey destê Yezdanpena pir giran bûye, ya na meriv bi sîleyekê nabe malê nexeşxanê.

Hin kes hene destên wan bi rastî jî pir giran in, divê meriv hevza xwe ji wan bike.

Dîsa li gor ku Serwest dinivîse, ev bûyera girîng di gelek kovarên soranî da(wek Kurdistan4)jî hatiye weşandin.

Sê roj berê, dema min ev xeber xwend, min tavilê ji ”malpera Amûdê” û ”Netkurd”ê ra şand û xwest ku ew qala vê bûyera girîng bikin. Lê herdu malperan jî xwe kerr kirin û bi zanetî xwendevanên xwe ji vê bûyerê aghdar nekirin.

Yanî mesele ji min ra hîştin. Û yê min jî here were pir pir 20-30 xwendevanên min hene. Ez qal bikim çi ye, qal nekim çi ye?

Li gor baweriya min ev xeber ji xebera qezayeke trafîkê ya jî ji têkçûna taximekî tirkan sed carî girîngtir e.

Ji ber ku di dîroka kurdan ya siyasî da ev cara pêşî ye ku serokê partiyeke kurd sîleyekê li serokekî kevn û siyasedmedarekî bi nav û deng dixe û dike malê nexweşxanê.

Û him jî ev sîle ne bi dizî, di semînerekê da tê lêdan.

Dema tirkek êrîşê dibe ser kurdekî ya jî ”sîleyekê” lê dixe, hemû malperên kurdan bûyerê derdixin manşêtê û dibêjin, ”tirkekî sîleyek li kurdekî xist !”

Ê baş e, çima gava serokekî kurd sîleyekê li serokekî din dixe nabe xeber?

Ev çawa rojnamevanî ye?

Diyar e çapemeniya me naxwaze dijmin bi "sîleyên ku em li hev dixin" bihese.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE