02 november 2007

Çavê kul ji çavê kor çêtir e

Di nava bêndera kul û derdan da ez îşev bêhed bextewar û dilşa me.

Ji ber ku îro çar xwendevanên min zahmet dane xwe û ji min ra nivîsîne. Van gotinên hêja û dostane, bi taybetî jî gotinên hemşeriyê min yê ruhayî(Ferhat 2103) kela dilê min rakir, ez birim "Diyarê Pêxemberan” Ruhayê û bajarê min, Wêranşara xopan.

Piştî ku ji hemşeriyê min jî nivîsên min bixwîne û jê hez bike, maneya xwe ew e ku ez li ser riyeke rast im.

Di dîroka malpera min da(ev dîrok mehek be jî axir dîrok e) ev cara pêşî ye ku di rojekê da çar kes ji min ra dinivîsin. Ev jî ji bo min wek xeberfêrîka xêrê ye.

Lê divê ez zû newestim û bînfireh bim. Heta ku nav û dengê min wek helbesteke seydayê Cegerxwîn, di nav kurdan da belav dibê dibê ez sebr û îstîkrarê nîşan bidim.

Weleh ez ji bajarê Hz. Eyûbê Kurmaxwarî, yanî ji kela sebrê me, dibê pir hindik hinek ”sebir”di min jî geriya be.

Ez werim ser mesajên xwendevanên hêja. Ji dêlî ku ez yeko yeko ji hemûyan ra binivîsim, ezê li vir him mesajên wan biweşînim û him jî bersîvên wan bidim.

Ji ber ku hin xwendevanan mesajên xwe şandine ser posta min ya elektronîk. Esas di binê nivîsa min da, li hember navê min ”kommentarer” yanî şirovekirin heye, meriv dikane wê lînkê bitikîne û dîtinên xwe di wir da binivîsîne. Wê demê xwendevanên din jî dikanin mesajên we bixwînin.

Belê, xwendevanekî bi navê Abdullah Beskî, bi zimanê tirkî nivîsî ye, gotiye:

”Min hin nivîsên te xwendin, bi rastî jî hêjayî teqdîrê ne. Ez gelkî sipas dikim û silav û hurmetên xwe ji te ra dişînim. Ez li bende bersîva te me. Ez hêvî dikkim ku ev mesaj ewê bibe sebebê danûstendinê.
Bi hurmetên min.”
Gelek sipas û mala te ava, ji bo ku tu riya xwe bi malpera min dixî û nivîsên min dixwînî. Ji ber ku tu kurd î û dizanî bi kurdî bixwînî, loma jî ez ji te ra bi kurdî dinivîsim. Xem nake, di destpêkê da tu dikanî bi tirkî ji min ra binivîsîne. Lê di rojên pêş da dibê hêdî hêdî tu xwe fêrî nivîsandina xwe bikî. Zimanê me delîlê hebûna me ye. Heger em naxwazin wek milet ji ortê rabin, bibin tirk, wek ferdên her miletî dibê em jî zimanê xwe bizanibin, fêr bibin. Bi ya min şermeke pir mezin e kurd zimanê xwe nizanibin.


Hemşeriyê min ê ruhayî(Ferhat 2103) jî gotiye:

”Birêz nivîskar, min çend nivîsên te xwendin, ez gelek kêfxweş bûm. Tu heyî , tuneyî, tu ji ku yî ez nızanım. Ez jı Tirkîyê bajarê rihayê me . Gellek sılav û hirmet dikim, lê belê mın tiştekî te neeciband, ji bo vê ji Yezdanê Dilowan pir û pir daxwazım, însanekî ha biaqil û feraset înşaallah bê bawerî namîne.
Hêvîdarê bersîva te me.”
Berî her tiştî ez pir dilşa bûm ku li vê xerîbiyê, bi hezaran kîlometir ji Kurdistanê dûr hemşeriyekî min silavek germ li min kiriye û dixweze min nas bike. Silavên ji welêt, bi riya înternetê bin jî hinavê meriv disincirînin, nostaljiyekê bi meriv ra peyda dikin.


Te meraq kirye, gelo ez merivekî bawermend im ya na?

Birayê ezîz, di maneya dîndariyê da ez ne merivekî “bawermend” im. Lê hurmeta min li hember hemû baweriyan heye. Baweriya însanan ya dînî ji bo min ne girîng e. Ji bo min ya girîng, fikrên siyasî, kurdperwerî û şêla li hember zilm û neheqiyê ye. Li dijî zilmê û neheqiyê ye ya jî hevalbendê wê ye?

Ya girîng ev e.

Bi ya min kurdê ku li dijî zilm û hovîtiye dewleta tirk dernekeve, ew “ewliya” be jî pênc peran nake. Heger mirov bi rastî dîndar û bawermend be, dibê ji tirkan ra bibêje:

“Xwedayê Dilovan em kurd anîne dinê û zimanek xistiye devê me. Me ne qewmê xwe û ne jî zimanê xwe hilnebijartiye. Ji bo çi hûn nahêlin em wek kurd bijîn û bi zimanê ku Xwedayê Dilovan diyarî me kiriye bipeyivin?”
Birayê ezîz, ji bo min hemû kurdên welatperwer, bi xîret û ne havalê zaliman, baweriya wan ya dînî çi dibe bila bibe birayên min in.

Ez werim ser cî û warê xwe. Wek min berê jî got, ez ji Wêranşara qeza Ruhayê me. Û bi qasî evîndarekî min bîriya welat û bajarê xwe kirye.

Bi çend gotinan be jî ez dixwazim sipasiya xwe pêşkêşî birayê xwe Pale Nûjen jî bikim. Çimkî gotinên wî, moral û enerjiyeke mezin dan min.

Diyar e birayê Pale, dilxwazekî min yê ji dil e, loma jî qedir û qîmeteke pir mezin daye nivîsên min. Wî jî di mesaja xwe da wiha gotiye:

“Merheba ..
Ez blogg'a te wek analiza rojê duxwînim.. Xwedê kir hê kurd bi blogg'a ne hisiyan e.Yan yê usta ne usta wê dest bi blogg'an bikin. Wek malperên kurdî..(kopiyen hevin)
Malpera te kurdewariye û bi dilê min e. Her çikas analizênn rojane mirov ji hedef û temelê probleman dûr dike jî, nivîsndine te hingî xurt in ciyê vala tije dike.
Di vê welwela û hav-havta tirkan de me mesela Kerkûkê ji bîr kir. Û malesef em hatin lîsika dijmin..Karibî analisekê li ser binivsinî û bişînî malperên kurd jî.
Pênûsa te zêr e..
Bi slavên germ û hurmetek mezin..
Pale Nûjen”
Gelek sipas ji bo van gotinên qedirşînas û dostane.


Lê ya girîng dibê ez bikanibim layiqî van halanên we bim, heger wek hespa Hecî Bahrî, di nîvê meydanê da bîn li min neçike û ez xwe navîjim ji erdê da baş e. Piştî hewqas pesn û halan dibê ez cîhanê li dewleta tirk ya zalim teng bikim.

Heta ji min bê, ezê bixebitim ku layiqî pesn û piştgiriya we bim.

Birayê min jî nivîsî ye. Ez pesnên wî naweşînim. Dema ez biweşînim, xelkê bibêje, ji kerema xwe ra pesnên xanim û zarokên xwe jî biweşîne. Lê sipasî wî jî dikim.

Civîna li ser Îraqê

Wek tê zanîn, Wezîra Derva ya Emerîka Condoleezza Rice, ji bo Civîna Cîranên Îraqê îro çû Tirkiyê. Rice ê, piştî hevdîtinên bi Serokkomar Abdullah Gul û Serokwezîr Erdogan ra, bi Wezîrê Derva Alî Babacan ra civîneke çapemeniyê çêkir. Rice ê di vê civînê da got,
”PKK, dijminê Tirkiyê, DYA û Îraqê yê mişterek e, li ber hember vê tehdîdê divê em stratejiyeke mişterek bibînin. Lê heta ku ev yek di nabêna her sê aliyan da bi koordîne nebe em nikanin dest pê bikin.”

Wekî din jî Rice got, ew hewil didin ku berpirsiyarên Tirkiyê îqna bikin ku operasyonekê li Îraqê nekin. Van gotin û hin bersîvên din yên Rice, berdevkên Tirkiyê memnûn nekir. Tirk ji Emerîka tiştekî bi dest naxin, ewê hewil bidin hin daxwazên xwe têxin belavoka civînê sibê.

Di vê qonaxê da taktîka tirkan zêdekirina zixtên siyasî û tehdîda şer e. Tirk dixwazin bi gef û gurran, bi birin û anîna leşkeran, bi rakirina balafirên şer û cebilxaneyên din kurdan û Emerîkiyan bitirsînin, têxin bin tesîra şerekî psîkolojîk. Yanî bê şer ji Emerîkiyan hin tawîzan bigrin û bi taybetî jî referandûma Kerkûkê paşda bixînin.

Erê tirk pir dikin qîjwwîj lê vir e, ne diwêrin û ne jî dikanin. Çimkî hemû dinya li hember wan e. Emerîka mecbûr e kurdan biparêze. Dema tirk têkevin Kurdistanê ewê êrîşê bibin ser kurdên başûr, ser dem û dezgehên wan. Çimkî ev rakişandina wan ne ji bo PKK-ê ye, derdê wan hebûna Kurdistana Federe ye. Ew dixwazin vê dewletê ji ortê rakin, rê li ber referandûma Kerkûkê bigrin.

Ji xwe di van rojên dawî da Cemîl Çîçek, Erdogan û Seroerkanê Tirkiyê Buyukanit jî gotin, ”hedefa me ne PKK tenê ye, piştgir û alîkarên wan jî hedefên me ne, em ferqiyetê naxin nabêna wan.”
Yanî sefera wan ser kurdên başûr e.

Lê dema wiha be jî dinaya qebûl nake. Heger hedef hêzên PKK-ê tenê be, belkî heta dereceyekê Emerîka çavê xwe bigre, Yekîtiya Ewrûpa zêde deng neke. Lê derdê tirkan ne PKK ye.

Tirk, li başûrê Kurdistanê avabûna dewleteke kurd wek xelasbûna Kurdistana Tirkiyê dibînin. Ji ber vê yekê qutufîne. Loma jî ji bo ku Kurdistana di bin destê wan da ji destê wan neçe, dixwazin kurdên Îraqê nebin xwedî dewlet.

Loma jî şerê tirkan yê îro ne li hember PKK-ê ye, li hember kurdên başûr e. Tirk dixwazin wan ji ortê rakin, ne PKK-ê. Hebûna PKK-ê bi vî rengê îro ji bo leşkeran û ”dewleta kûr” wek dermanê çavê kul e, bi xêra hebûna vê ”tehdîdê” rê li ber endametiya Tirkiyê ya Yekîtiya Ewrûpayê digrin, li hustuyê hemû hukûmetan siwar dibin, serokwezîran dikin ”emîrerîyên” xwe.

Netîce divê kurd li hember zirtên wan nekevin panîkê. Em kurd bi heq in û cîhan jî li pişt me ye. Lê divê em xelasbûna Kurdistana Federe wek wek xelasbûna Kurdistana Tirkiyê bibînin û bi wî çavê lê binêrin. Wendakirina wan mirina me ye.

4 kommentarer:

  1. Den här kommentaren har tagits bort av bloggadministratören.

    SvaraRadera
  2. Den här kommentaren har tagits bort av bloggadministratören.

    SvaraRadera
  3. [url=http://murudobaros.net/][img]http://murudobaros.net/img-add/euro2.jpg[/img][/url]
    [b]software to buy with, [url=http://murudobaros.net/]purchase software online[/url]
    [url=http://murudobaros.net/]filemaker pro 10 torrent[/url] academic discounts software construction software sales
    filemaker pro tutor [url=http://murudobaros.net/]downloadable oem software[/url] adobe photoshop software
    [url=http://murudobaros.net/]office software student discount[/url] nero 7 serial
    [url=http://murudobaros.net/]autocad cracked[/url] office 2007 enterprise blue edition
    buy my software [url=http://murudobaros.net/]adobe photoshop cs4 mac serial numbers[/b]

    SvaraRadera
  4. [url=http://bariossetos.net/][img]http://hopresovees.net/img-add/euro2.jpg[/img][/url]
    [b]the best photoshop to buy, [url=http://bariossetos.net/]kaspersky free trial[/url]
    [url=http://hopresovees.net/][/url] autocad lite CS4 Extended Retail Price
    Adobe Macromedia Apple [url=http://vonmertoes.net/]kaspersky 7.0 free license[/url] cheap office software
    [url=http://hopresovees.net/]acdsee standard[/url] photoshop elements for mac 4
    [url=http://vonmertoes.net/]place to buy adobe photoshop[/url] microsoft office 2003 product key
    foro crack nero 9 [url=http://hopresovees.net/]discounted software for educators[/b]

    SvaraRadera

PARVE BIKE