Ne mesela dilxwaziyê ye, rastiyeke heye dibê em kurd bibînin; li herêma me tenê Îsraîl, yahûdî dixwazin Kurdistaneka serbixwe çê bibe, em kurd jî wek ereb, tirk û farisan bibin xwedî dewlet.
Ereb, tirk, faris viya naxwazin, çimkî dagirkerên welatê me ne. Naxwazin erdê dagir kirine bi rehetî bidin me. Lema şerê me û wan 150-200 sal e dewam dike.
Malpereke Îsraîl gotiye:
”Kurdistan, bi Îsraîl ra li Rojhilata Navîn ewê bibe meşaleya demokrasiyê, edaletê û mafê mirovan.”
Bi rastî jî wisa ye. Îro li herêma me welatê, civata herî
demokratîk bi rastî jî Îsraîl e.
Piştî Îsraîl, Kurdistana Başûr û Rojava îdareyên herî
demokratîk, herî azd in.
Azadî û demokrasiya li Kurdistana Başûr û Rojava heye li tu welatê li herêma me
tune ye. Avabûna Kurdistanê ji bo tirk, ereb û farisan jî baş e, ewê jî jê
îlhamê bigirin.
XXX
Bombebaranên Îsraîl yên Xezayê û Libananê di medyaya tirk da
dibin xeber, Îsraîl bi tundî, bi dilşewatî rexne dikin.
Lê gava Tirkiye Kobanê, gund û bajarên Kurdistana Rojava
bombebaran dike dengê xwe nakin, êrîşên Tirkiyê nabe xeber, kuştina sivîlan,
zarokan ji nedî ve tê.
Medyaya tirk kuştina kurdan, wêrankirina gund û bajarên
kurdan wek heqekî Tirkiyê dibîne. Lema tu carî rexne nake.
Tu telewîzyoneke tirk, tu rojnameyeke tirk ji dewletê ra
nabêje çima hûn li Kobanê zarokên 5 salî dikujin.
Ji bo filistîniyan û Hizbullahê hêsiran dibarînin, ji kuştina
kurdan ra dilîrînin.
XXX
Heger min bi xwe kanîbûya minê hesabên xwe yên medyaya
sosyal giş bigirtana ji bo ku min ev minaqaşeyên gelkî ne xweş nedîta.
Carnan jî ez ji xwe ra dibêjim xwezî ez nexwende bûma, ji bo
ku min nikanîbûya ev nivîs û minaqaşeyên min pir diêşînin bixwenda.
Ez nikanim nebînim û gelekên wan nexweînim. Dixwînim pê
diqeherim, poşman dibim. Nexwînim meraq dikim.
Dîn û siyasetê em kirine gurên hev, ji dijmin bêtir em hevdu
dixun.
Dilê me li hemberî hev tije kîn û nefret e.
XXX
Nuha min tiştek
nivîsî lê wenda bû. Nizanim min çi şaşî kir.
Ez zanim min çi nivîsîye, lê madem wiha bû ez dubare nakim.
Belkî viya bi xêrtir e.
Bira ew jî sedeqa serê min be.
Carnan dibê meriv sedeqa serê xwe û zikata malê xwe jî bide. Bira carê jî wenda bibe.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar