27 oktober 2024

Payiza rengîn îro hukmê xwe nîşanî me da

Îro li Stockholmê hewa gelkî ne xweş e. Li gorî rapora telefona min baranê seet di 14.00a da dest pê bikira, lê zûtir, di 12.00a da dest pê kir. Şansê me hebû em nêzî malê bûbûn, em zêde şil nebûn. Nuha ximîna wê ye.

Bayekî pir heye, meriv ber bê dihere. Bayekî pelweşîn e, pel bi daran va nehîşt.

Payiz hukmê xwe nîşan dide. Tu salê ev meh hewqasî xweş derbas nebûye. Lê êdî dawî ye.

XXX

Li Swêd me do bi şev seetek paş da bir. Li gorî swêdiyan êdî zivistan e, sar û serma ye, tarîtî dest pê dike.

Dibê meriv mobîlyeyên havînê top bike, manqela xwe rake, zivistan êdî li ber derîye.

Ji ber ku em li Swêd dijîn me jî ji mecbûrî wer kir.

Lê bi xêra wexta zivistanê ez îro seetekê zêde raketim. Zira raketina zêde tune ye, lê zirara kêmxewiyê, bêxewiyê heye.

 XXX

Heger min bi xwe kanîbûya minê hesabên xwe yên medyaya sosyal giş bigirtana ji bo ku min ev minaqaşeyên gelkî ne xweş nedîta.

Carnan jî ez ji xwe ra dibêjim xwezî ez nexwende bûma, ji bo ku min nikanîbûya ev nivîs û minaqaşeyên min pir diêşînin bixwenda.

Ez nikanim nebînim û gelekên wan nexweînim. Dixwînim pê diqeherim, poşman dibim. Nexwînim meraq dikim.

Dîn û siyasetê em kirine gurên hev, ji dijmin bêtir em hevdu dixun.

Dilê me li hemberî hev tije kîn û nefret e.

XXX

Merivê nezan, cahil pir ji xwe, ji fikrê xwe bawer e. Bi ya wî her tiştê ew zane rast e. Lema pir cesûr e, her tiştê ne li gorî fikrê xwe şaş dibîne, dixe binê erdê.

Ji ber ku gelek nezan, cahil bûne nivîskar, şair, rojnamevan kurmancî kirine gêrmiya gavana.

Şair û rojnamevanên nuhpêketî gotinên wer li hev radigrin kurmanc ji kurmancîya wan fêm nake. Mêrikan wek fabrîqa zimên gotinan çêdikin. Bi saya serê van kesan kurmancî bûye zimanekî naylon, zimanekî nuh.

XXX

Îran û Tirkiye li herêma me heska gebolê ne,hal û karê wan tevliheviyê,nerindiyê,fêsadiyê,gelaciyê bikin, însanan,miletan, dewletan berra hev bidin.

Ya din jî nehêlin li tu beşekî Kurdistanê kurd azad bibin, Kurdistan çê bibe.

Di tarîxê da jî yên nehîştine Kurdistan çêbibe ew in.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE