29 oktober 2024

Pîcasso: Ez tabloyên xwe ji mirîşkan ra çênakim


Carnan ji Pablo Pîcasso ra gotine efendim tabloyên tu çêdikî rastiyê nîşan nadin, rastî new isa ye. Meriv tiştekî ji tabloyênte  fêm nake.  Wî jî gotiye:

-Jixwe tu tiştê em dibînin di rastiyê da ne wek xu ye.
Fotokêş berî pê li deklanşorê kin dibêjin ”bikene !” û tiştên hûn heta nuha jiyane ji bîr bikin.

Rojekê jî yekî ji Pîcasso ra wiha gotiye:

-Bi min wiha tê bêyî ku tu rengan tevhev bikî û çixîzên di ser hev ra derbas bûne çêkî, tu mezîyeteke te ya din tune ye.

Pîcasso rahîştiye firça xwe û rismê hebek genim li erdê çêkiriye. Risimê heba genim hewqasî nêzî hebeke genim a rastîn bûye, mirîşkekê ji bo ku bixwe bi nikilan vêketiye.

Rexnegirê Pîcasso li hemberî vê firça wî ya xurt matmayî maye, devê wî ji hev çûye, ji Pîcasso ra gotiye:

-Madem tu kanî rismên hewqasî mikemel çêkî, çimsa tu di çêkirina van rismmên ecêb, xwaromaro da israr dikî?

Pîcasso gotiye:
-Ji bo ku ez tabloyên xwe ji bo mirîşkan çênakim…

Anekdotek jî li ser tabloya wî ya bi navê Guernîca.

Zabitekî nazî, bîstekê baş li tabloya Guernica temaşe kiriye û dûra ji Pîcasso pirsîye:
-Ev tabloya te çêkiriye?
Pîcasso gotiye:
-Na, ne min, we çêkir…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE