10 september 2023

Romanên baş li edebîyata kurdî zêde dibin

Di van salên dawî da gelek akademîsîyen û  nivîskarên hêja derketine, di medyaya sosyal da carnan ez rastî navên wan tê.

Îro di FBê da ez rastî navê Kurtuluş Baştîmar û romana wî ”A Farwell to Freedom” hatim.

Weşanxaneya DOZê tirkiya wê bi navê ”Hoşça kal Ozgurluk/Bimîne di xweşiyê da azadî” çap kiriye.

Dozê gotiye di demek nêzîk da ewê kurmanciya wê jî biwşînin.

Ev xebereke xêrê ye, pir kêfxweş bûm. Heger ne romaneka balkêş bûya tercumeyî gelek ziman nedibû. Xelk romaneka ne balkêş wernagerîna zimanê xwe. 

Min roman nexwendiye lê li gorî tiştên li ser hatine gotin û zimanên tercume bûnê şika min tune romaneke baş e.

Dozê, Hezkurdê û hin hevalên ew parve kirine gelkî pesnê romanê dane.

Kurtuluş Baştîmar

”Xatirxwestina ji Azadiyê”  çîroka liberxwedana miletê kurd a li dijî asîmîlasyonê ye,hezkirina ji zimanê xwe û  xwedîderketina li zimanê xwe ye.

Bi kurmancî hebûna, pirbûna berhebên wiha qelîteya, mistewa edebîyata kurdî bilind dike, xwendevanan zêde dike.

Mala Weşanxaneya Dozê ava be ji bo ku ewê kurmanciya vê berhema hêja biweşîne.
Û helbet gelek sipas ji bo xwediyê vê qelema xurt Kurtuluş Baştîmar.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE