11 september 2023

Erdogan bi gefên xwe dixwaze kurdan ji desthilanîn da bixîne

Serokê Tirkiyê Erdogan îro eşkere gef li Sezgîn Tanrikulu xwariye.

gotiye: “Ev şexs (Sezgîn Tanrikulu) ewê cezayê zimandirêjiya xwe ya li hemberî artêşa herî bi şeref û merd li pêş hiquqê bistîne.  Ev bêbextî û heqaretên nemardene yên li dijî ertêşa me ewê bê ceza namînin.”

Ji van gotinên wî jî meriv fêm dike Erdogan fermana girtina Sezgîn Tanrikulu daye, lema ew bi PKKê va, bi PYDê va girê daye, gelek buhatên din li dû hev rêz kirine.

Dewlet, Erdogan û gelek kemalîstên ji CHPê ji zûda ye li dû Sezgîn bûn, dixwestin wî ji ber xwe da bixînin. Ev tiştên nuha dikin hincet qal û qîl in, behaneyên vala ne.

Sezgîn tiştekî ne rast negotiye, bêbextî li artêşê nekiriye, tenê qala cezayên Mahkima Mafên Mirovan a Yekîtiya Ewrûpayê kiriye.

Yanî mesela gur û berx e, gurê li ser kaniyê dixwest berx bixwe, ji berxê ji erqa kaniyê av vedixwar ra digot tu ava min şolîn dikî.

Dewleta tirkan, Erdogan, partiyên tirk gişan qela xwe kirine yek, dixwazin Sezgîn Tanrikulu ji ber xwe da bixînin. Ji bo wê giş wek gurên har lê hatine hev.

Dibê kurd, partiyên siysî li Sezgîn xwedî derên, piştgiriyek xurt bidinê.
Dixwazin bi hawî kurdan çavtirsiyayî bikin, devê kurdan bigrin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE