10 september 2023

Li Sezgîn Tanrikulu xwedî derên !


Ji bo ku parlamenterê CHPê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu di bernameya televîzyonekê da behsa tawanên artêşa Tirkiyeyê yên li Kurdistana Bakur kiriye dewlet û partiya wî CHP lê hatine xezebê, sawcî tavilê doz lê vekiriye.

Parmamenterê CHPê Faîk Oztirak gotiye, ”tiştê Sezgîn Tanrikulu di heqê artêşa da gotiye nayê qebûlkirin. Artêşa me nûra çavê miletê me. Emê vê meselê di organên xwe da minaqaşe bikin.”

Ewladên neyaran nabin dost û hevalên meriv. 
Faîk Oztirak ji dêlî hevalê xwe Sezgîn Tanrikulu biparêze, ew jî bi hukûmetê ra tepa xwe li Sezgîn dixe, dibêje em ne hevalên wî ne, em hevalên dewleta xwe û artêşa xwe ne. Emê vê meselê di nav xwe da minaqaşe bikin.

Tu ferqa Faîk Oztirak ji parlamenterekî  AKPê, MHPê, dozgerekî dewletê tune ye.

Segîn Tanrikulu derew nekiriye, buhtan li artêşa Tirkiyê nekiriye, rastiyek aniye zemên, qala biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê kiriye. 

Dadgehê gotiye leşkerên tirk li Amedê 15 hemwelatî ji helîkopteran avêtine.

Ji bo ku Sezgîn ev gotinên Dadgeha Mafên Mirovan dubare kiriye, ne AKP û dewlet tenê, partiya wî bi xwe jî wî lînc dikin, dixwazin ji ber xwe da bixînin.

HDP, YSP û partiyên kurdan yên ne di meclîsa da ne,  rêxistin û ronakbîrên kurd dibê li Sezgîn Tanrikulu xwedî derên, wî bi tenê nehêlin.

Sezgîn Tanrikulu ne  ji bo dahw û dozeke wî ya şexsî lînc dikin, dixwazin wî jî têxin zindanê, ji bo ku Sezgîn Tanrikulu zulma li kurdan dibe eşkere kiriye, ji bo ku sûcên artêşa tirk îfşa kiriye wek gurên har êrîşî wî dikin, wî lînc dikin.

Di rojeke wiha da dibê siyasetmedarên kurd, civata kurd, partiyên kurdan li Sezgîn Tanrikulu xwedî derên, wî biparêzin. 

Dibê dewlet û CHPya pan-tirkîs, antî kurd bibîne Sezgîn Tanrikulu ne bi tenê ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE