23 augusti 2023

Zêde nedin ber dasê ji bo ku das nebe asê

Di Facebookê da malpereke bi navê ”zimanê kurdî” gotiye:

”Ez êdî naxwazim di vê komê da peyvên tirkî, erebî, farisî bibînim. Hemû peyvên bi van zimanan hatine nivîsîn qedexe bikin”!

Çen kesan jî gotine ”her bijî, tu rast dibêjî”…

Ez matmayî mam !
Dibê meriv zêde nede ber dasê, ji bo ku das nebe asê...

Meriv ji zimanê xwe hez bike, di nivîsandinê da li zimanê xwe miqate be baş e.

Heta mimkûn be di nivîsên xwe da peyvên kurdî bi kar bîne baş e, lê qedexekirina peyvên ”tirkî, erebî, farisî” ne karê aqil e. Dibê meriv hinekî maqûl û realîst be.

Û ji xwe di vê dinya global datiştekî wiha jî ne mimkûn e.
Bi hin kurdan ra, bi taybetî jî bi kurdên Binxetê û bahdîniyan ra alerjiyeke li dijî erebî heye.

Heger hûn dixwazin erebî li kurdan qedexe bikin dibê hûn kurdan ji îslamîyetê derxînin, bibin ser dînekî din. Navên kurdan gişan biguherînin.

Kilasîkên kurdî gişan bavêjin ser sergo, xwendina wan, hildana navên wan qedexe bikin.

Em û tirk, faris, ereb cîranên hev in, ne mimkûn e em û wan gotinan ji hev negirin.

Lê ji ber ku ew xwedî dewlet in, em ne xwedî dewlet in, di ser da jî em bindestên wan in, lema jî ji wan bêtir em ji wan digrin, wrdigerînin.

Gotinên tirkî di kurmancî da pir hindik in, belkî ji sedî ne 1-2 be jî.
Lê ”qedexekirina” erebî, farisî ne daxwaza merivên baqil e. Heger em peyvên erebî li xwe qedexe bikin emê nikanibin bi hev ra bipeyivin.

Dîn, dua, termînolojiya dînî, navên kurdan he hema hema giş erebî ye.

Problem ne bikaranîna peyvên tirkî, erebî, farisî ye, gelşa esasî nivîsîna bi wan zimanan e. Gelek kurd ne bi zimanê xwe, bi tirkî, erebî dinivîsîn. Dibê meriv vê yekê rexne bike, bibêje bi kurdî binivîsin.

Bira bi kurdî binivîsin, bira hin gotinên erebî, farisî, tirkî tevê kin, tişt nabe. 

Belkî ji sedî 60-70î farisî û tirkî erebî ye. Lê bi herdu ziman jî zimanên pêşketî ne, bi hezaran eserên mezin bi wan hatine nivîsîn.

Xwezî me jî kanîbûya bi qasî tirkan, ereban û farisan bi kurdî binivîsîya.

Li dinyayê tu zimanek xurrî tuneye, di zimanên herî pêşketî da, di îngilîzî, fransî, îspanî, almanî, rûsî, erebî da jî bi dehhezaran peyvên biyanî hene.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE