24 augusti 2023

Ji xeman xew tê, ji kerba ken tê

Gotineke pêşiyan a pir xweş heye, "ji xeman xew tê, ji kerba ken tê." Ji ber halê me yê perîşan, ji ber bêtifaqî û bêhişiya serokên me, siyasetmedarên me carnan meriv ji qahra kelogirî dibe, carnan jî dikene.

Halo ji Amerîkayê, ji Îngilîstanê camêr hatine ketine nabêna wan, şîretan li serokên me dikin, dibêjin bi hev nekevin, hêzên xwe, pêşmergeyên xwe bikin yek, ji xwe ra artêşeke netewî çêkin, ji bo ku hûn kanibin bibin dewlet, ji bo ku hûn kanibin xwe baştir biparêzin.

Serokên me jî çivan didin xwe, dixwazin bi fen û fûtan xelkê bixapînin, duserîtiya Kurdistana Federe bidomînin.

Li gorî 5-10 sal berê rewşa wan di warê siyasî, aborî û eskerî da gelkî xerabtir e. Nîvê Kurdistanê ji dan.

Li Kerkûkê û bajarên din nikanin rê li ber dagirkeriya eraban bigrin.
Herî kêm 40 mîlyar dolar ketine bin deynan.

Îxracata petrolê ji dest wan hatiye girtin, harine wan nemaye, bûne motajî alîkariya Îraqê.

Çend meh in nikanin meaşên mamûran û serbazan bidin. Îraqê ew xistine qunikekî teng, di her warî da bêtir motajî Îraqê bûne.

Lê hîn jî li hev nakin. Ya Xwedê aqilekî baş bide wan ya jî Xwedê miletê kurd ji van serokan xelas bike.

XXX

Ev demeke fermandarên Hêzên Hevpeyman diçin serdana Kurdistana Rojava û serok û berpirsiyarên HSDê.

Nuha jî Fermandarê CENTCOMê Michael Erik Kurilla çûye Kampa Holê û Rojê û bi berpirsiyarên HSDê ra hevdîtin kiriye.

Înşela sebebekî xêrê di van çûn û hatinên generalên amerîkî da heye.

Ev serdanên generalên amerîkî nuha psîkolojiya serok û berpirsiyarên Tirkiyê xera dike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE