23 augusti 2023

Ya muhîm meriv serbilind bijî !

Mîha kurr dua kiriye, gotiya maşalê pezî pir be ez di nav da xuya nakim, bira kes min nebîne.

Peza kurr ji ber potpûna guhên xwe şerm dike, lema jî naxwaze kes wê kêmasiya wê bibîne.

Kurdên bûne hevalên neyar, dostên dagirkeran wek peza kurr in, xwe vedişêrin, li meydanê qet xuya nakin.

Çimkî bi hevalbendiya dijmin piştxûz in, serên wan tim ber wan da ye, ruyê wan nagire di medyaya sosyal da xwe nîşanî milet bidin.

Tirkiyê ferman li kurdan rakiriye, li Efrînê roj tuneye çend kurdan negirin, nerevînin ya jî nekujin.


Malbatên ereban li Efrînê bicê dikin, navên gundên kurdan diguherînin, bax û bexçeyên kurdan dibirin, xûgiyê ji kurdan distînin.
Hîn jî dibêjin xwedêgiravî ew ne hevalên dijmin in. Ê heger hûn ne hevalên çete û qatilên Tirkiyê ne rojekê li hemberî terora wan rabin.
Heger hûn nikanin li hemberî wan rabin, ji wan biqetine, nebin hevalên dagirkerên welatê xwe.

XXX
Tirkiye nuha welatan dagir dike, gefê li cîranên xwe û Yekîtiya Ewrûpayê dixwe. Li sê perçên Kurdistanê her roj çend kurdan dikujin.

Yanî kêf kêfa serok û berpirsiyarên Tirkiyê ye, lema jî bilind difirin, quretiyên mezin dikin.

Lê ev tirr ji wan ra namîne, serê şixulan xweş e, lê carnan jî dawî reş e.

Her hilkişînek daketineke wê jî heye, îro Erdogan û Fîdan zêde didin çindik û lotikan, lê ev çavsorî û hustûrî ewê ji wan ra nemîne.

Çerxa felekê geh li jêr e, geh li jor e. Dewran siya darê ye, geh li vî alî ye, geh li wî alî ye. Ev kêf ewê ji wan ra nemîne.

XXX

Ji ber ku carnan dide dilê min, ez ji hin kurdan, ji hin siyasetmedarn gazinan dikim, wan bi dostî rexne dikim, ew û hevalên wan diqeherin, ruyên xwe ji min ba didin.

Heyran xwe aciz nekin, beq nequrre ewê bidire.

Ez her derdê we gişî berra hundurê xwe bidim ezê biteqim, merezarî bibim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE