22 augusti 2023

Serdana Hakan Fîdan a Bexdayê û Hewlêrê ne ji xêrê ra ye

Wezîrê karên dereve yê Tirkiyê Hakan Fîdan îro çû Bexdayê, ji wir jî ewê here Hewlêrê.

Serdana Hakan Fîdan ya Hewlêrê ez bawer nakim ji xêrê ra be. Miheqeq dîsa dixwazin kurdan têxin kemînekê, feqekê.

Wezîrekî karên derve yê Tirkiyê tu carî ji bo xêrê, ji bo çêyiyê naçe Hewlêrê, bi kurdan ra rûnane.

Miheqeq ji kurdan ra kemînek, pilanek hazir kirine, dixwazin kurdan ji Amerêkayê biqetînin.

Hakan Fîdan serokê Îstîxbarata Tirkiyê(MIT)ê yê berê ye, ew hosteyê dek û dolaban e. Hakan Fîdan 8 salan serokê MITê bû, hemû qetil û cirmên li hemberî kurdan hatine kirin gişk bi emir û fermana wî bûne.
Lema Fîdan ji bo xêrê naçe Hewlêrê, dixwaze li dijî amerîkayê dolabekê bigerîne. 
Çimkî Amerîka pilanên Tirkiyê xera dike, nahêle hukûmetên kurdên başûr û rojava xera bike. 

Lema jî dixwazin bi xayinî kurdan bikşînin alî xwe, ji bo ku dûra wan ji ortê rakin.  

Lê helbet seokên kurdan ne mecbûr in wek wan bikin, dibê yên me neyên lîstika tirkan.

Bi texmîna min têkiliya serdana Hakan Fîdan û serdana fermandarê Hêzên Hevpeyman Matthew McFarlane bi hev heye.

Amerîka ji kurdan ra çi pêşniar û tawsîye bike Tirkiye li dij e, eksê wê dike.

Sê roj berê Fermandarê Hêzên Hevpeymanan Matthew McFarlanê amerîkî çû Hewlêrê, bi Nêçîrvan Barzanî, Mesrûr Barzanî û kesên berpirsiyar ra rûnişt û cara dawî ji serok û berpirsiyarên PDKê û YNKê ra got:

”Dibê hûn artêşeke netewî çêkin. Heger hûn proseya yekkirina hêzên pêşmergeyan nebin serî, artêşeke netewî çênekin emê alîkariya bi pêşmergeyan ra qut bikin.”

Ez bawer dikim ev beyana Amerîka vê carê pir cidî ye, beyana dawî ye.

Heger PDK û YNK yekîtiya pêşmergeyan çênekin û wezîrekî hêzên pêşmerge çênebe Amerîka ewê ji wan ra bibêje bi xatirê we.

Tirkiye naxwaze yekîtiya pêşmergeyan û hukûmeteke yekgirtî, netewî çêbibe. Tirkiye dixwaze PDK û YNK tim li dijî hev bin, li Kurdistanê tu carî îstîkrar çênebe, PDK û YNK û hêzên din tim neyartiya hev bikin.

Ji bo wê jî sebebê serdana Hakan Fîdan ya ji nişka ve ne mesela petrolê ye, bi texmîna min sebebê esasî Tirkiye dixwaze rê li ber yekîtiya pêşmergeyan bigire.

Ji bo bicîkirina vê pilana xwe Fîdan bi Mesûd Barzanî, Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî ra hevdîtin kir. Ji wan ra çi got, ji wan çi xwest em nizanin.

Lê ez kanim texmîn bikin Fîdan tiştê di xêra kurdan da nexwestiye.

Daxwaz û beyana Matthew McFarlane Tirkiye pir nerehet kiriye, Tirkiye dixwaze bi hawakî rê li ber çêbûna artêşa kurd a netewî bigire.

Bi îhtîmaleke mezin çûna Mesûd Barzanî ya Duhokê û civîna wî bi efser û serokên pêşmerge û dezgehên ewlehiya Duhokê ra jî têkiliya wê bi vê meselê ra hebe.

Gelo serokên PDKê û YNKê ewê guh bidin Amerîkayê û artêşeke netewî, hukûmeteke netewî çêkin û ewê jî bibin du partiyên siwîl?
Du partiyên çekdarên wan, pêşmergeyên wan tune.

Di vî warî da ez bêhêvî me, bi texmîna min ewê pêşniyara Amerîkayê red bikin, pişta bispêrin Tirkiyê û Îranê û vê duserîtiyê bidomînin.
PDK jî, YNK jî zêde ketine himêza Tirkiyê û Îranê, zêde bi wan va hatine girêdan. Lema jî îhtîmala gotinên Tirkiyê û Îranê di ser yên Amerîkayê ra bigrin zêdetir e. 

Hêvî dikim ev texmîna min şaş be, serokên PDKê û YNKê pêşniyara Amerîka qebûl bikin, dev ji vê duserîtiyê berdin.

Mideta Amerîkayê daye serokên PDK û YNKê heta meha pêş me ye,  ya ewê qebûl bikin, ya jî red bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE