15 augusti 2023

Xêra xwe tu ji min ra bixwîne

Çavê mêrik xera bûbû, baş neditît, çû ser tuxtor. Tuxtor jê ra got:

-Herfên hember bixwîne.

Mêrik got:

-Çavên min baş nabîne. Xêra miriyên xwe tu ji min ra bixwîne.

Bêhişî

Piştî mêrik ji ser tuxtor vegerîya mal, xanima wî jê pirsî:

-Çi bû? Dema tuxtor bihîst tu bêhiş bûyî(hafiza te zeîf bûye)çi kir?

Mêrik got:

-Çer bihîst, heqê wîzîtê(miayenê)pêşin ji min girt.

Pir meşûr e

Mêrik ji hevalê xwe ra pesnê lawê dida, got:

-Helal be ji lawikê me ra. Tiştê dinivîsîne bi milyonan însan dixwînin.

Hevalê wî meraq kir, got:

-Lawê te çi karî dike, qey nivîskarekî meşûr e?

-Na ne nivîskar e, lewheyên(tabeleyên)dikanan dinivîsîe.

Pirsa umir

Demek bû mêrik her roj umrê(temenê)xanima xwe jê pirsî ye. Jinik rojekê pir aciz bûye, bi hêrs jê ra gotiye:

-Bes e êdî ji destê te, tu dîn î, tu çi ye? Ji bo çi her roj tu umrê min dipirsî?

Mêrik bi henûnî gotiye:

-Delala min, tu zanî li welêt her roj buhayê her tiştî zêde dibe. Tiştê zêde nabe tenê umrê te maye. Dîtina tiştekî zêde nabe min kêfxweş dike, lema dipirsim.

 Xewa şivên

Xewa şivên nedihat, ji bo di xewra here dest bi jimartina pezê xwe kir. Mîha 99a dema xwe di ser hewqê ra hol kir, hiriya wê di darê aliqî, mîhiya reben kir nekir jê xelas nebû.

Şivan ji ken zikopişt bû, hetanî şevîniyê bêxew ma.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE