14 augusti 2023

Îro rastî xortekî hêja hatim

Îro karekî min li bajêr hebû. Ez û xanim çûn bajêr, me karê xwe bi zor nîvqedandî kir. Emê sibê zû dîsa herin. Hêvî dikim vê carê biqede.

Di vegerê da, di tirênê da em nêzî du kurdên Konyayê rûniştin.Min bîstekê li sohbeta wan gudarî kir. Qala her tiştî kirin, ji bihayiyê, tîcaretê bigire, hetanî bi bûyerên gund, qala gelek tiştan kirin.
Yek navsale, li dora 45-50 salî bû. Yê din jî hinekî jê ciwantir bû.

Yê xort bêyî peyveke tirkî tevî axaftina xwe bike dipeyivî. Piranî jî ew dipeyivî.
Yê din tim tirkî tevî kurmancîya xwe dikir, carnan bi tirkî bersîv dida xort.

Lê xort tu carî bi tirkî bersîv nedayê, bersîvên wî, axaftina wî tim kurmancî bû.Pir kêfa min jê ra hat. Kurdên Konyayê, jin, mêr di axaftinê da tim yek gotinên tirkî li nav kurmancîya xwe dixin.
Vî xortî wer nedikir, axaftina wî xurrî kuramncî bû.

Piştî yê navsale ji tirinê daket, min silav da xort, min got were li kêlek min rûne.
Hat li kêleka min rûnişt.
Min jê ra got, kêfa min pir ji te ra û ji kurmancîya te ra hat, te ne tikî tevî kurmancîya xwe kir, ne jî bi tirkî bersîvek dayê.

Got, ew ji Celebê ye, celebî giş wiha ne, tirkî tevî kurmancîya xwe dikin, bi hev ra bi tirkî dipeyivin.
Got, ez reşî(Rişwanî) me, ez kurdçî me, eybe ez tirkî tevî kurmancîya xwe bikim.
Me tim raya xwe da ye kurdan.
Kurmanc miletekî mezin e. Lawê min li Sûriyê ji ber ku şerê kurmanca nekir kuştin.
Camêr dest pê kir pesnê kurdan ji min ra da. Qala şîretên Ehmedê xanî kir. Xwest vê şiîra Ehmedê Xanî ji min ra bibêje, lê nizanîbû:
Ger dê hebûya me îttîfaqek
Vêk ra bikira me înqiyadek
Rûm û ereb û ecem temamî
Hemiyan ji me ra dikir xulamî
Ji ber ku pir kêfa min ji vî xortê hêja ra hat, min got ez qala wî bikim. Xwezî min navê wî pirsîba.
Piştî daket çû, hat bîra min.
Lê xortekî rişwanî bû, dilşewatekî kurd û Kurdistanê bû.

2 kommentarer:

  1. "Kurdên Konyayê, jin, mêr di axaftinê da tim yek gotinên tirkî li nav kurmancîya xwe dixin."
    Må kurdên Amêdê, Merdînê qet peyvên Tirkî tevî axaftinên xwe nakin?

    SvaraRadera
    Svar
    1. Kurmancîya wî xortî him pir baş bû, him jî bi tirkî nedipeyivî. Kurdên Konyayê, gelekên wan ne yek gotinan tenê, geh kurmancî, geh tirkî diepyivin; tevhev dikin. Çend gotinan bi tirkî, çend gotinan bi kurmancî dibêjin. Vî xortî qet wer nekir, hevalê wî carnan bi tirkî pê ra dipeyivî, wî bi kurmancî bersîv didayê.

      Radera

PARVE BIKE