14 augusti 2023

Ji kerema xwe bi navê ZEYTê nelîzin !

Ev çend car in di xeberên Rûdawê da ez rastî gotina, navdêra ”zeyta zeytûnan” têm. Bi min pir ecêb hat.

Ez nuh dibihîzim kurd ji ZEYTê ra dibêjin ”zeyta zeytûnan.”
Em li Wêranşarê nabêjin ”zeyta zeytûnan”, em dibêjin ZEYT.
Lê di Rûdawê da ev çend car in ez rastî peyva ”zeyta zeytûnan” têm.
Ma qey zeyta fêkîyekî din jî heye?
Gelo bi rastî li Kurdistanê hin herêm ya jî li Başûrê Kurdistanê ji zeytê ra dibêjin ”zeyta zeytûnan” ya jî wergera ji tirkî ye?
Ya jî mixabirên Rûdawê ev nav ji xwe ra lêkirine?

Bi tirkî dibêjin ”zeytîn yagi/rûnê zeytê.”
Di tirkî da peyva ”zeyt” bi serê xwe tune ye, ji mecbûrî dibêjin ”rûnê zeytê.”
Bi swêdî jî dibêjin ”olîvolja/rûnê zeytê”.
Lê bi tirkî jî, bi swêdî jî nabêjin ”zeyta zeytûnan”, dibêjin RÛNê zeytûnan.
Rûdawê negotiye ”rûnê zeytûnan”, gotiye:
 ”Zeyta zeytûnan”.
Ma zeyta fêkîyekî, tiştekî din heye?
Tiştê ez zanim zeyt tenê ya zeytûna ye. Lema jî ne hewce ye meriv bibêje ”zeyta zeytûnan, zeyt têrê dike.
Yanî navê Rûdawê li zeytê kiriye wek tercumeya tirkî jî nabe. Bi tirkî dibêjin ”rûnê zeytûnan”, ne zeyta zeytûnan.

Zeyt ji xwe rûnê zeytûna ye, ne hewce ye meriv zeytûnan jî pêve bike.
Lema jî em dibêjin zeyt, rûn û zeytûnan pêve nakin.
Çimkî ne hewce ye.
Dema te got zeyt her kes zane rûnê zeytûna ye. Ji ber ku zeyteke din tune ye.
Zeyt tenê ji zeytûnan çêdibe.
Ji bo wê jî dibê meriv ya bibêje zeyt, ya jî wek tirk dibêjin ”rûnê zeytê”.
Em dibêjin zeyt, ev nav têrê dike, ne hewceye meriv navekî din lêke.
Ez çend numûneyan bidim:
-Em ji zeytê hez dikin

-Em gelek xwarinan bê goşt bi zeytê çê dikin.
Zeyta me qediya ye, dibê em bikirin.
-Em tu carî zeyta Tirkiyê nakirin. Kîloya zeyta Tirkiyê bi lîreyekî be jî em nakirin.
Em zeyta Îtalyayê, Îspanyayê, Yûnanîstanê dikirin.
-Xwarinên zeytê xweş in û ji bo siheta meriv baş in, meriv pê naêşe.
Ji kerema xwe bi navê zeytê jî nelîzin, navekî din lê nekin. Zeytê nekin ”Zeyta zeytûnan”!

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE