13 augusti 2023

Yekîtiya PAKê û TDK-TEVGERê kurdên Swêdê kêfxweş kir

Hevalên PAKê û TEVGErê li ser biryara yekîtiya xwe îro li Stockholmê civîneke agahdariyê çêkirin. 

Li ser yekîtiya xwe û tarîxa kongreya yekîtiyê agahdarî dan kesên beşdar û li pêşniyar û rexneyên beşdaran, nas û dostên xwe gudarî kirin. Bersîva hin pirsên hatin kirin dan.

Gelek dost û hevalên herdu hêzan hatibûn civînê. Gelek kesan ji bo vê gava hêja kêfxweşîyên xwe anîn zimên, gotin gaveke baş û tarîxî ye, kesên welatperwer dibê piştgiriyê bidin vê yekîtiyê.

Berpirsiyarên herdu aliyan biryareke baş û di cî da dane, ez hêvî dikim di kar û xebata xwe da bi ser kevin û ji hêzên din ra jî bibin numûne.

XXX

Berpirsekî Pentagonê ji Rûdawê ra gotiye,

“Ew dixwazin hêzeke pêşmerge ya yekgirtî û ne siyasî hebe.”

Ev jî tê maneya PDK û YNK pêşmergeyên xwe belav nakin, naxin bin kontrola hukûmeta Kurdistan. Ji dêlî wê ve Amerîka dixwaze hêzeke ne girêdayî partiyan çê bike. Bi baweriya min ev jî ne mimkûn e.

Hêzeke wer çê bibe jî mesele çareser nabe. Problem dibê pêşmergeyên partiyan tunebe. Hetanî PDK û YNK xwedî hêzên çekdar bin tu mesele çareser nabe, hukûmeteke netewî çênabe.

XXX

Artêşa tirkiyê îro li Silêmaniyê bi dronerekê dîsa otomobîlek bombe kiriye. Di êrîşê da 3 kesan hatine kuştin. Artêşa Tirkiyê bûye vampîr, roja xwîna çend kurdan venexwe rehet nake.

Dinya li vê terot û cînayetên Titkiyê temaşe dike.

Gava filistîniyek tê kuştin medyaya dinyayê tavilê xeberê bi hûrgulî dinivîse.

Tirkiye her roj çend kurdan dikuje medyaya dinyayê rojekê jî van cînayetên Tirkiyê nake nûçe, tu carî hêjayî qalkirinê nabîne.

Çimkî dema yên werin kuştin kurd bin ne hêjayî qalkirinê ye, xwîna kurdan li Tirkiyê helal e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE