13 augusti 2023

Li ser gotineke şaş

Peyveke, biwêjeke, tabîreke şaş, tercumeya ji tirkî ketiye devê hin kesan. Dibêjin:

”Te hişê xwe xwarîye, kurdan hişên xwe xwarine. Ma qey te aqilê xwe xwarîye?

Ne kesên nezan tenê, gelek nivîskar û kesên zana jî vê tabîra, vê biwêja tirkî di maneya, ”te hiş berda ye, te aqil berda ye, hiş di serê te da nemaye, em bêhiş bûne” da bi kar tînin.

Bi kurmancî meriv nabêje, ”te hişê xwe xwariye, me aqilê xwe xwariye”!

Ev şaş e, ne kurmancî ye, tirkî ye.
Peyva şaş neyê rastkirin bi demê ra dibe rastî û dikeve dewsa peyvên rast.

Wek min got, bi kurmancî meriv dibêje, ”me hiş berda ye, me aqil berda ye. Hiş di serê me da nema ye. Em bêhiş bûne.

Di edebîyata kurmancî ya kilasîk da, di zargotina kurmancî da, di sitranên kurmancî da tabîreke, biwêjeke wiha tune ye.

Kal û pîrên me jî tiştekî wiha nabêjin. Deh şiklê kurmancîya vê kopîya tirkî ya li kurmancî nayê hene.

Ev biwêj nuh e, kurdên kurmancîya wan zeîf, xerabe bi kar tînin. ji ber ku kurmancî baş nizanin.

Her tiştê hin kes bi kar tîne ne rast e û em ne mecbûr in wan şaşiyan qebûl bikin. 

Bi riya telewîzyonan hin peyvên şaş ketine devê hin kesan. "Te hişê xwe xwariye, te aqilê xwe xwariye" jî peyveke ji wan e.

Kesên kurmancî baş nizanin ev peyv bi riya medyaya sosyal belav kirin.

Kesê kurmancî baş zane nabêje "te hişê xwe xwariye"!

Bajariyên kurmancîya wan ne baş wiha dibêjin.

"Ez jiyan dikim, ez li gund jiyan dikim, ez li Amedê jiyan dikim" jî gotineke sosiret a bi riya telewîzyonan ketiye devê hin kesan.

Ji ber ku hin kes kes wiha dibêjin ma emê jî vê şaşiyê qebûl bikin?

Meriv bi kurmancî nabêje "ez jiyan dikim"!

Meriv dibêje:

-Ez dijîm. ez li gund dijîm. em li bajêr dijîn.

XXX

Riya herî dirêj jî bi gava pêşî dest pê dike. Serketina herî mezin jî bi xebateke biçûk a destpêkê dest pê dike.

Mesela li her bajarî esnafên welatparêz kanin navê kurdî li mekanên xwe kin, tabêle û lewheyên xwe bikin kurdî. Bi mişteriyên xwe ra bi kurdî bipeyivin, viya bikin adet.

Partiyên me, siyasetmedarên me kanin xebateke wiha bidin meşandin, ji esnafên nas, ji dost û hevalên xwe viya bixwazin.

Dibê meriv bi dikandar û esnafan ra, bi garsonan ra bi tirkî nepeyive. Pesnê karkir û garsonên bi kurdî serwîsê dikin bide. Yanî xelkê teşwîqî kurdî bike, axaftina bi tirkî rexne bike, normal nebîne.

Dibê kurd paşnavên xwe yên bi tirkî biguherînin, paşnavên kurdî li xwe kin. Şerm e paşnavê kurdekî "Turk, Ozturk, Turkdogan" û nizanim çi tirk be.

XXX

Li gorî Eflatûn kêmaqilî bi du hawî dibe. Yek ji ber dînîtiyê ye, ya din jî ji ber cahilliyê ye.

Kêmaqiliya hin serok û siyasetmedarên me kîjan e ez nizanim.

Heger ne kêmaqilî be, miheqeq sebebekî vê dilreşiya me ya li hemberî hev heye.

Dijmin xwîna zarokên me dirjîne gelekên me xwe kerr û lal dikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE