12 augusti 2023

Diyariya Weşanxaneya Rûpelê îro xwe gîhand min

Çendakî berê min ji hevalên Weşanxaneya Rûpelê sê kitêb xwestibûn.

-Pîrtûken Hecîye Cindî Hikyatêd Cimeata Kurda
-Bîranînên Şerafettin Kaya.
-Nameyên Nûredîn Zaza.
Mala camêran ava ji min ra kitêbên min xwestibûn û kitêba Hermann Hesse ”Sîddhartha efsaneyeke hindî” ya bi nav û deng jî dane ser û şandine.
Pakêt bi rêda gelkî awiqî, lê axirê wenda nebû, bi silametî îro gihîşt destê min. Ez bi kêf û bi meraq rûpelan di ser hev ra diqulibînim.

Cilda 1ê ya Hikyatêd Cimeata Kurda ye. Wer xuya dike xwendevanan ji cilda pêşî pir hezkirine.

Çîrokên Hecîyê Cindî ji kurdan berhev kirine qismekî edebîyata kurdî ya gelkî muhîm e, xezîneyeke ji mirinê, ji wendabûnê hatine xelaskirn.

Lema jî dibê dibê em şêkirdarê Hecîyê Cindîyê gorbihuşt bin.
Kurdên Sovyetê li ser edebîyat, folklor, tarîxa kurdan xebatên pir hêza kirin û merhên pir başli pey xwe ji  me ra hîştin. Mala wan ava be.

Romana, çîrokên ”Sîddhartha efsaneyeke hindî” ya Hermann Hesse, Huseyîn Kartal ji almanî wergerandiye kurmancî. Kurmancîya Hueseyîn Kartal pir xweş e, birincî ye. 

Ez bawer dikim ewê wergereke pir baş li kitêbxaneya kurdî, lehçeya kurmancî zêde kiribe.

”Sîddhartha efsaneyên hindî” kitêbeke pir bi nav û deng e, bi swêdî jî heye. Pir pesnê wê didin. Min nexwendiye, înşela rojekê ezê bixwînim.
Nivîsa dawî ya nasandina kitêbê meraqa min zêde kir.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE