12 augusti 2023

Ev demeke Facebookê bela xwe ji min vekiriye

Belkî ev meheke Facebookê bela xwe ji min vekiriye, nivîsên min ranake. 

Berê hema hema di her nivîsa min a li ser Tirkiyê da qusûrek, mahneyek didît, digot ” te di nivîsa xwe da kîn û nefret belav kiriye”, nizanim te çi kiriye, nivîsa min radikir.

Lê ev demeke bela xwe di min nade. Sebebê vê bêdengîya Facebookê çi ye, çima bela xwe êdî di min nade min fêm nekir...
Gelo ez xwe otosansor dikim, ya jî Facebookê xwe guhert, sebeb çi ye ez nizanim. Min mesele ji hev dernexist.


Ez bawer dikim di mesela Tirkiyê û tirkan da min gav bi paş da navêtiye, navêjim jî. Micadela min a li hemberî dagirkeran, zaliman, a li dijî zulm û neheqiyê tu carî sist nebe.

Belkî Facebookê taqîbata xwe hinekî sist kiriye.
Lê sebebeb çi be jî serê min vehesîyayî ye, min hinekî rehet kiriye.

XXX

Riya herî dirêj jî bi gava pêşî dest pê dike. Serketina herî mezin jî bi xebateke biçûk a destpêkê dest pê dike.

Mesela li her bajarî esnafên welatparêz kanin navê kurdî li mekanên xwe kin, tabêle û lewheyên xwe bikin kurdî. Bi mişteriyên xwe ra bi kurdî bipeyivin, viya bikin adet.

Partiyên me, siyasetmedarên me kanin xebateke wiha bidin meşandin, ji esnafên nas, ji dost û hevalên xwe viya bixwazin.

Dibê meriv bi dikandar û esnafan ra, bi garsonan ra bi tirkî nepeyive. Pesnê karkir û garsonên bi kurdî serwîsê dikin bide. Yanî xelkê teşwîqî kurdî bike, axaftina bi tirkî rexne bike, normal nebîne.

XXX

Artêşa tirkiyê îro li Silêmaniyê bi dronerekê dîsa otomobîlek bombe kiriye. Di êrîşê da 3 kesan hatine kuştin. Artêşa Tirkiyê bûye vampîr, roja xwîna çend kurdan venexwe rehet nake.

Dinya li vê terot û cînayetên Titkiyê temaşe dike.

Gava filistîniyek tê kuştin medyaya dinyayê tavilê xeberê bi hûrgulî dinivîse.

Tirkiye her roj çend kurdan dikuje medyaya dinyayê rojekê jî van cînayetên Tirkiyê nake nûçe, tu carî hêjayî qalkirinê nabîne.

Çimkî dema yên werin kuştin kurd bin ne hêjayî qalkirinê ye, xwîna kurdan li Tirkiyê helal e.

XXX

Li gorî Eflatûn kêmaqilî bi du hawî dibe. Yek ji ber dînîtiyê ye, ya din jî ji ber cahilliyê ye.

Kêmaqiliya hin serok û siyasetmedarên me kîjan e ez nizanim.

Heger ne kêmaqilî be, miheqeq sebebekî vê dilreşiya me ya li hemberî hev heye.

Dijmin xwîna zarokên me dirjîne gelekên me xwe kerr û lal dikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE