11 augusti 2023

Barana pir Swêd û Norweç perîşan kir

Barana pir zêde, lehîyê li Swêd tiştek di riyên çûn û hatinê da nehîştiye, gelek rê, xetên tirênê, pira xera bûn.

Xeta tirinê herifî, tirên ji xetê derket, vagon wergerîyan, lehiyê pira hedimandin, rîyên mezn xera kirin. Hin xetên tirênê xera bûne, nava hin bajaran tirên naçe, nayê.

Gelek gund û bajar di bin avê da man.
Swêdiya navê vê barana zêde, vê şilî û şepeliyê kirine Han. 
Hans pir zalim derket, dewlet şeqizî ye, bi hezaran însan perîşan in.

Berpirsiyarên dewletê dibêjin me tu carî felaketeke wiha nedîye.
Lehî ne lokal bû, li her dera Swêd çêbû, lema zira pir mezin e, tamîrat ewê wexteke dirêj bigire.

Meteorolog Pîa Hultgren xanimê gotiye, di jiyana xwe da wê tu carî felaketeke hewqasî mezin nedîtiye.

 Lê li Norweçê tew tofan rabûye, lehîyê bi sedan xanî dane ber xwe. Xaniyên xelkê wek kartonan bi ser avê ketibû. 

Bajar di bin avê da maye, bendava(baraja) Braskereidfoss hedimî ye.
Şikir tiştek bi me, bi mala me nehat.

Kusêxê me li ser diyarekî bilind e, binî wek bêjing û seradê ye, baran bi rojan dibare, çengek av li hewşa me kom nabe, ez fêm nakim hewqas av dihere ku derê?

Pêşiyên me bela sebeb negotine çare li êgir û avê nabe. Gava şewat çêdibe û gava lehî radibe, hey hewar, her tiştî dide ber xwe. 

Hansê zalim jî li Swêd û Norweçê wer kiriye, herdu welat jî perîşan kir.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE