15 augusti 2023

Me got bira îro him tîcaret be, him jî zîyaret be

Îro min û xanim me dîsa berê xwe da bêjêr. Karekî  me yê nîvçemayî mabû, meçû qedand. Hinekî serê min êşand lê axirê çêbû.

Piştî me karê xwe qedand, me berê xwe da herêma Stockholmê ya herî bi nav û deng, Djurgårdenê û Parka Nobel(Nobelparken).

Em hetanî danê nîvro lê gerîyan, me tê derên xweş û vîlla, qesir û qonaxên şahane, devê meriv li ber ji hev diçû dîtin.

Em birçî bûn. Me got madem em hatine vî ciyê zengîn û eşrafan, dibê em nanekî li vir bixun.
Em dagerîyan aşxana Villa Källhagen, me navroja xwe li wir xwar û ji wir jî me berê xwe da herêma Karlaplan.

Karlaplan jî herêmeke, taxake kesên zîngîn e, her xaniyekî wir pêşek pere ye.


Me çend rismên xwe jî girtin.

Em bîstekê li wir jî gerîyan, me gelek derên xweş dîtin. Me kîjan xanî didît, me digot ev û ne yekî din.

Hewqas sal in em li Stockholmê dijîn, lê hîn jî me gelek herêmên Stockholmê yên xweş, yên dibê meriv here lê bigere nedîtine.

Min û xanimê biryar da, me got ji nuha û pê da rojên xweş, emê werin li herêma Ostermalm bigerin.
Danê esir, xanim ji min qetiya, çû mal, ez jî çûm ser turxtor Celadet Çelîker.

Em demeke çavê minê rastê diêşe, dema dixwînim û dixebitim hêsir dike û ronahiya wî jî kêm bûye.

Dr. Celadet mala wî ava be baş miayane kir, got katarkt e, ava sipî pê da hatiye. Xumamîyekê girtiye ser.
Tuxtor biryar da hefta pêş me, roja sêşemiyê (22/8) ewê emelîyat bike. Got ronahîya çavê rastê daketiye ji sedî 40î. Yanî xêra çavê çepê ez karê xwe dimeşînim.


Çiqas xweş e dema meriv bi tuxtorê xwe ra bi zimanê xwe dipeyive. Kesên xwedîdewlet kêf dikin, mêrikan bi tuxor ra jî, bi mamoste ra jî, bi profesor ra jî, bi serokkomar, pûlis û generalan ra kç bi zimanê xwe dipeyivin.
Em kurd hesretiya wê yekê ne.

Tuxtor got piştî emelîyatê ewê baştir bibe, belkî ez berçavkê jî biguherînim. Hetanî roja dawî min îdare bike baş e.
Lê ez jî çavê reben pir diwestînim, zêde zêde li ber kompîtorê rûdinim, dixwînim û dinivîsînim.

Ma ne hesin e, çav e, di vî umrî da helbet ewê xera bibe. Lê hetanî ji min were ezê tahmîr û tedawî bikim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE