16 augusti 2023

Eyşana Beravî qelemeke xurt e

Min şiîra Eyşana Beravî ya bi navê ”Xalî” di twîtterê da bi xêra parvekirineke H. Kovan Baqî xwend.

Xalî, pir xweş e, şiîreke muhteşem e ! Kêfa min pir jê ra hat. Lema ez qala wê dikim.
Eyşana Beravî xanimê gotin hema li dû hev rêz nekirine, bi rastî jî şiîreke xweş nivîsîye. Meriv tahm û lezetekê jê digire. Mişt taswîr, sîmbol û metaforên xweş in.

Ezê şiìrên vê xanimê, kitêbên wê bi dest xînim, bixwìnim.
Kurmancîya wê jî şahane ye.

Di hin gotinan da daçek kêm in, lê mûşî wiha ne, gelek caran di axaftinê da daçekên wek ”di, li, ji” bi kar naynin. Li hin herêmên din jî wiha dipeyivin.

Nayê bîra min, min tiştekî wê xwendibe. Lê ji vê şiîra wê û çendên din ên îro min xwendin, meriv fêm dike Eyşana Beravî qelemeke pir xurt e. Dibê meriv berhemên wê bixwîne.

Dibê ev qelema xurt were naskirin.

Qelemên wiha xurt, bi taybetî jî şair, nivîskarên jin min pir dilşa dikin. Jimara jinên nivîskar, şair çiqasî zêde bibin ji bo edebîyata me hewqasî baş e.

Şiîra ”Xalî” min nikanîbû kopî bikira. Min tenê ev şiîrên wê bi dest xist:

-Qira peyvan li hev anî

Tu bêdeng, ez bêdeng, şev bêdeng...

Ruhê min di bêdengiyê de pepûk

Tu carî li tu cihî bi cih nabe

Carekê dinêrim,

Her tişt wekî bêdengiyê bêdeng e...

Koç dike ruhê min, ji laşê min

Du berhemên wê hene.

- Ya Ba Ye, Ya Baran e (şiîr 2019)

- Bihuşta Xezalan (Roman 2021)


XXX

Fewzî Esen piştî 32 salan ji êsîrîya dewleta tirk xelas bûye, gihîştiye azadiay xwe.
Cezayê wî du sal berê qedîya bûye, lê zaliman serî lê gerandine, 2 salan zêde di zindanê da hîştine.
Li Edenê ji alî malbat û hezkiriyên xwe ve hatiye pêşwazîkirin.

Dîmenên pêşwezîkirinê kezeba meriv diperitîne.

Gelek kesên wiha hene. Dibê meriv belgeselekê li ser van kesan çêke. 32 sal di zindanê da mayin ne îşê heneka ye.
Fewzî Esen dema hatiye girtin xanima wî bihalkî(ducanî)bûye. Nuha 4 neviyên wî hene.

XXX

Nan bi xwê, xwê bi tahm. dibê meriv tiştan, minaqaşeyan zêde ji tahmê dernexîne. Rexne dibê ji tahmê, ji usûlê dernekve, nebe xeber û heqaretên ne xweş.

Dibê meriv minaqaşeyên siyasî, hizbî, rexneyan di mistewake maqûl da bike, peyvên giran ji hev ra neke baştir e.

Di her minaqaşê da meriv gotina dawî, ya herî giran ji hev ra nebêje baştir e. Dûra meriv meriv nikana li ruyê hev binêre. Nanê ji nên biqete careka din bi hev va nagire.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE