Min şiîra Eyşana Beravî ya bi navê ”Xalî” di twîtterê da bi xêra parvekirineke H. Kovan Baqî xwend.
Xalî, pir xweş e, şiîreke muhteşem e ! Kêfa min pir jê ra hat. Lema ez qala wê dikim.
Eyşana Beravî xanimê gotin hema li dû hev rêz nekirine, bi rastî jî şiîreke xweş nivîsîye.
Meriv tahm û lezetekê jê digire. Mişt taswîr, sîmbol û metaforên xweş in.
Ezê şiìrên vê xanimê, kitêbên wê bi dest xînim, bixwìnim.
Kurmancîya wê jî şahane ye.
Nayê bîra min, min tiştekî wê xwendibe. Lê ji vê şiîra wê û çendên din ên îro min xwendin, meriv fêm dike Eyşana Beravî qelemeke pir xurt e. Dibê meriv berhemên wê bixwîne.
Dibê ev qelema xurt were naskirin.
Qelemên wiha xurt, bi taybetî jî şair, nivîskarên jin min
pir dilşa dikin. Jimara jinên nivîskar, şair çiqasî zêde bibin ji bo edebîyata
me hewqasî baş e.
Şiîra ”Xalî” min nikanîbû kopî bikira. Min tenê ev şiîrên wê
bi dest xist:
-Qira peyvan li hev anî
Tu bêdeng, ez bêdeng, şev bêdeng...
Ruhê min di bêdengiyê de pepûk
Tu carî li tu cihî bi cih nabe
Carekê dinêrim,
Her tişt wekî bêdengiyê bêdeng e...
Koç dike ruhê min, ji laşê min
Du berhemên wê hene.
- Ya Ba Ye, Ya Baran e (şiîr 2019)
- Bihuşta Xezalan (Roman 2021)
XXX
Fewzî Esen piştî 32 salan ji êsîrîya dewleta tirk xelas bûye, gihîştiye azadiay
xwe.
Cezayê wî du sal berê qedîya bûye, lê zaliman serî lê gerandine, 2 salan zêde
di zindanê da hîştine.
Li Edenê ji alî malbat û hezkiriyên xwe ve hatiye pêşwazîkirin.
Dîmenên pêşwezîkirinê kezeba meriv diperitîne.
Gelek kesên wiha hene. Dibê meriv belgeselekê li ser van
kesan çêke. 32 sal di zindanê da mayin ne îşê heneka ye.
Fewzî Esen dema hatiye girtin xanima wî bihalkî(ducanî)bûye. Nuha 4 neviyên wî
hene.
XXX
Nan bi xwê, xwê bi tahm. dibê meriv tiştan, minaqaşeyan zêde
ji tahmê dernexîne. Rexne dibê ji tahmê, ji usûlê dernekve, nebe xeber û
heqaretên ne xweş.
Dibê meriv minaqaşeyên siyasî, hizbî, rexneyan di mistewake
maqûl da bike, peyvên giran ji hev ra neke baştir e.
Di her minaqaşê da meriv gotina dawî, ya herî giran ji hev
ra nebêje baştir e. Dûra meriv meriv nikana li ruyê hev binêre. Nanê ji nên
biqete careka din bi hev va nagire.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar