Li qeza Mûşê Tilê bavekî cahil, bavekî totikvala bûye sebebê întîxara du dildaran, du ciwanan.
Gava min xeber xwend ez pir pê êşiyam, pir li ber kuştina herdu ciwanan ketim.
DîlanTunayê û Yakûb Sonmez ji hev hez kirine, dilê wan di hev hebûye.
Lê bavê Dîlanê li dijî zewaca
wan derketiye, daxwaza malbata Yakûb a xwazgîniyê red kiriye, gotiye ez keça
xwe nadim we.
Li ser vê, Dîlan bi bavê xwe ra minaqaşe dike, bavê wê lê dixe. Li ser vê kêmaqiliya bavê xwe, Dîlan biryara herî xerab dide, di 10ê tebaxê da bi dabançê xwe dikuje.
Bavekî cahil, kêmaqil bi vî hawî bûye mesebîbî întîxara du ciwanên wek gulan.
Ev bavê totikvala piştî vê trajediya mezin ewê çawa kanibe bijî, çawa li ruyê însanan binêre?
Trajediyeke wiha meriv naxwaze were serê dijminê meriv. Du ciwanên wek kulîlkan ji dêlî bizewicin, ji ruyê cahilekî ketin bin axa sar.
Ev adeta pîs, ya dûrî medenîyetê hindik be jî hîn di nava miletê me da heye. Dibê meriv dev ji vê adeta xerab, pîs berde, nekeve nabêna du dildaran. Madem ew ji hev hez dikin, heger tiştekî pir ciddî tunebe, dibê meriv rê li ber wan negire.
XXX
Hin însan pir nankor û bêwefa ne, gava bi firêqetiyê
dikevin, gava girêka wan bi paş dikve çêyiya xelkê bi wan kiriye ji bîr dikin.
Erebên îro li Îraqê li ser hukim in, neyartiya kurdan dikin
di dema Seddam Husên da piraniya wan fîrar û mahkûm bûn, xwe avêtibûn bextê
kurdan, li Kurdistanê, li ba kurdan sitirî bûn.
Wê demê pesnê kurdan didan.
Lê roja hatin ser hukim, dev guhertin, çêyiya kurdan ji bîr
kirin, ew jî bûn wek Seddam Husên. Ew jî dixwazin Kerkûkê û erdê di bin
dagikeriya Îraqê da bi hin hoqebaziyan, bi darê zorê ji kurdan bistînin.
Dibê meriv nanê xwe neke zikê her kesî, hin kes nankor in,
wek nanê sêlê durû ne, ne layiqî çêyiyê ne.
XXX
Tu dibêjî nabêjî pere nake, hin kurd dev ji hevaltiya
dijmin, hevaltiya dewleta dagiker berndadin.
Ne defa ji kerran ra, ne çira ji koran ra.
Yên bûne hevalên dijmin ji kerr û koran jî xerabtir bûne, ji bo çend quriş perê pîs her tiştê xwe firotine.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar