26 augusti 2023

Teknolojiya înternetê dinya biçûk kiriye

Berê dema înternet û medyaya sosyal, ev teknolojîya dîgîtal tunebû gelek tişt, gelek bûyer tavilê nedihat zanîn, bi dizî dima.

Destê kê di bêrîka kê da ye, kî hevalê kê ye, kê bi kê ra, li ku derê civîn çêkiriye di eynî rojê da nehat zanîn, bi dizî, îllegal dima.

Lê bi xêra vê teknolojiya nuh û medyaya sosyal êdî tu tişt, tu têkîlî nayê veşartin. Dinya pir biçûk bûye, tavilê meriv her tiştî dibihîze, dibîne. 

Meriv her roj di medyaya sosyal da dibîne kî dibe mîvanê kê, kî pesnê kê dide.

Yanî wek berê tişt bi dizî namînin. Medyayê dawa însanan, siyasetmedaran avêtiye ser serên wan, her tişt li ber çava ye.

Ev aliyê medyayê yê baş e, tiştekî bi dizî, veşartî nahêle, her tiştî zû radixe ber çavên însên. Însan dibînin kî çi dike, çi dibêje. 

Her kes li gorî xwe dibe xwedî fikrekê, pê ra qenaeteke hasil sdibe.

XXX

Ji bo xatirê hevalê xwe, dostekî xwe meriv kane bêdeng bimîne, karekî wî, berhemeke wî, nivîseke wî neecibîne lê ji bo xatirê hevaltiyê eşkere rexne neke, fikrê xwe nebêje.

Lê him karekî, berhemekê neecibîne, him jî pesnê wê bide ne xweş e, ne şêleke rast e. Ji bo xatirê hinekan dibê meriv tiştê ne rast nebêje, li dilê xwe bêbextiyê neke.


Camêrekî xwedî tecrûbe li ser hevaltiyê gotiye, ”heval wek petêxa ne. Hûnê bibêjin çima?

Çimkî ji bo ku meriv kanibe yekî bibîne, dibê meriv bi sedan yoxle bike ji ber wê.”

Hevalê xwe ji min ra bibêje, ez ji te ra bibêjim tu kî yî.

//7Cervantes

Rast e, bi xêra hevaltiyê meriv însanan baştir nas dike. Baz bi baz ra, qaz bi qaz ra, mirîşka kor jî bi dîkê kor ra hevaltiyê dike...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE