26 augusti 2023

Xwendevanên bloga min kêm bûne

Van rojan serdanên bloga min ”Hindik-Rindik” kêm bûye. Esbabî mûcîbeya vê kêmbûnê çi ye ez nizanim.

Gelo ji min da ye, nivîsên min êdî nebalkêş in û bêqaletî bûne lema, ya jî şopînerên min di tahtîl û îsrehetê da ne ji ber wê ye.

Do 190 kesî, pêr 105 kesî riya xwe bi bloga min xistiye. Îro hîn destpêk e. Ev jimar pir kêm e, kêm bûye.


Xwendevanên min cara hewqasî kêm nebûbûne. Berê, roja herî kêm jî serlêdan di ser 300 kesî ra bû. Hin rojan dibû hezar.

Belkî jî xwendevanên min qusûreke  min dîtine, ji min xeyidîne.
Lê xwezî min bizanîbûya sebeb çi ye?

Dema ez viya dibêjim ez moralê xwe xera nakim, rojê deh kes kes jî bloga min nexwîne ezê dîsa jî binivîsînim, ez tu carî moralê xwe xera nakim.

Lê heger xwendevanên min zêde bin, bi hezaran bin helbet baştir e, ezê kêfxweş bibim. Meriv tiştekî nivîsî, meriv dixwaze were xwendin.

Ecibandina nivîsên nivîskarekî, taqîbkirina nivîskarekî di nava me kurdan da ji qalîteya nivîsan bêtir siyasî û îdeolojîk e, li gorî tu hevalê kîjan partiyê ye, tu di heqê kîjan serokî da çi difikir e?

Heger tu pesnê partiya wî, serokê wî , siyasetmedarê ew jê hez dike nede nivîsên te naxwîne, bixwîne, fikrên te rast bibîne jî naecibîne. Çimkî tu ne ji taximê wî yî.

Ji bo jî endam û hevalên hin partiyan bi çavekî baş, dostane li min nanêrin û nivîsên min jî naxwînin. 

Heger min li ser serokê wan, partiya wan tiştekî nivîsî be wê nivîsê dixwînin, xeberê didin hev, dibêjin binêra dîsa neyartiya serokê me, partiya me kiriye.

Ez vê rewşê, vê realîteyê zanim û xwe jê aciz nakim, însanên me, civata me ev e.

2 kommentarer:

  1. Gelek nivis li ser eyni Mijar u mésele ne ji bo ve kem kes dixwinin

    SvaraRadera
    Svar
    1. Mala te ava be. Ezê hewl bidim li ser meseleyên cihê binivîsînim. Hêvî dikim bikanibim. Çimkî jê ra hostayî lazim e.

      Radera

PARVE BIKE