26 augusti 2023

Gelo rast e kurd bi tirkan ra bizewicin?

Necat Zivingî di malpera xwe ya Facebookê da li ser zewaca tirk û kurdan fikrê xwendevanan pirsîye, gotiye:

”Di heqê zewaca tirk û kurdan da hûn çi difikirin? Çavdêriyên we yên li ser vê meselê çi ne?"

Ev mijar pir muhîm e, lêkolîneran, ronakbîran, nivîskaran qet dest neavêtine vê mijarê, li ser zewaca tirk û kurdan tu lêkolîn tune ye. Min bi xwe nedîtiye.

Yanî meriv kane bibêje vê meselê bala kesî nekişandiye, hetanî nuha wek erdekî beyar maye. 

Dem hatiye dibê hinek berê xwe bidin vê meselê, lêkolînên cidî werin kirin.

Çimkî bi riya zewaca bi tirkan ra bi milyonan kurd û zarokên wan bûne tirk û heta gelekên wan jî bûne neyarên kurdan.

Ez bi xwe di azibîya xwe da jî li dijî zewaca bi tirkan ra bûm. Min digote gerek kurd bi tirkan ra nezewicin.

Di salên 1970î da, dema ez azib bûm ez li dijî zewaca bi tirkan ra bûm, îro jî li dij im, li ser eynî fikrê me.

Li ser vê meselê min çend nivîs jî nivîsîne, di bloga min da hene.

Zewaca bi însanên ji miletê serdest ra şaş e, problem e. Ew însan, jin ya jî mêr, çiqasî baş be jî, nîhayet ji qewmê serdest e, ferdekî ji dagirkeran e, merivekî çiqasî baş û demaokrat be jî tu nikanî li ba wî her tim ya dilê xwe bibêjî.

Dewleta wî, miletê wî çi zulmê li miletê te bike jî tu nakanî li ba wî peyveke ne xweş ji tirkan ra bibêjî, bi xberekê dilê xwe rehet bikî.

Lema jî mesela zewaca bi tirkan ra pir cidî û bi problem e. Çi jin, çi mêr, gava bi tirkan ra dizewice asîmîle dibe, dibe tirk û zarokên wan jî dibin tirk.

Helbet hin numûneyên îstîsna hene, hin tirkên kurmancî fêr bûne, zarokên xwe nekirine tirk hene, lê ev jimar ancax ji sedî yek e.

Lema jî ez tim li dijî zewaca bi tirkan ra bûme.

Tiştekî din jî heye dibê meriv ji bîr neke, ji avabûna Tirkiyê û virda ye Tirkiye tirkan teşwçqî zewaca bi kurdan ra dike, dewlet zane gava tirk bi kurdan ra bizewicin, ji ber hebûna dewleta wan, perwerdeya bi zimanê tirkî kurd ewê asîmîle bibe, aliyê tirkîtiyê bi zarokan ra ewê xurttir be. Ji bo jî zarokên dê û bavên tirk-kurd dibin tirk, nabin kurd. Yên dibêjin em kurd in îstîsna ne.

Di bin pirsa Necat Zivingî da çend kesan fikrên xwe, serpêhatiyên xwe gotine. Ji wan kesan yekî bi navê Mehmet Bakirci gotiye:

”Ez wek yekî di nava bûyerê da me binivîsînim. Jina bavê min û yên pênc apên min tirk in. Nuha di tu malê da kurdî nayê peyivandin. Ji van şeş jinan yek tenê fêrî kurdî bûye.
Diya min gotineke bi kurdî napeyive. Birayên min bi kurdî napeyivin, zanin lê tirkî êdî bûye zimanê wan ê dayikê.
Bavê min dema sax bû, ne bi zanîn be jî bi diya min ra kurdî dipeyivî.
Li gundê meyî 70 malî(xaneyî) yên diyên wan tirk in tu têkiliyên wan bi kurdayetiyê ra nemaye.
Pîreka min jî tirk e, mixabin têkiliya zarokên me jî bi kurdayetiyê ra nemaye. Ez hetanî mirinê kurd im.”

Yekî din ê bi navê Husnucemal Nîrîp jî gotiye:
”Hetanî îro ez rastî çiqas kesên bavên wan tirk, diyên wan kurd in hatime, hema hema gişên wan, bêyî îstîsna irqçî û MHPlî bûne.”

Numûneyeke din a pir balkêş jî yekî bi navê Birca Belek daye, gotiye
”Meta min bi yekî tirk ra zewicî. Mêrê wê ji meta min ra dibêje erê tu kurd î, lê zarokên min tirk in.”

Di van çend numûneyan  da jî meriv dibîne, çi jin, çi mêr, gava kurd bi tirkan ra dizewicin ew û zarokên wan sedî 99 asîmîle dibin, dibin tirk. Heta gelkên wan dibin faşîstên tirk.

Lema jî dibê kurd zewaca bi tirkan ra normal nebînin, rexne bikin, keçên bi tirkan ra nezewicin.

Kurdan ji zewaca bi tirkan ra çi zirar dîtine, çiqas kurd bûne tirk, çiqasên wan bûne faşîst û neyarên kurdan nayê zanîn, dibê sosyolog û lêkolînerên kurd dest bavêjin vê mijarê, ji bo ku kurd bibînin zewaca bi tirkan ra çi felaket aniye serê wan.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE