26 augusti 2023

Tirkiye bi kêfa xwe daristanên Kurdistanê dişewitîne

Ji ber bombebaranên Tirkiyê du hefte ne daristanên Amêdiyê dişewitin.

Berpirsiyarê daristanên wîlayeta Duhokê Dr. Kawe Sebrî ji Rûdawê ra got:

"Du hefte ne agir bi daristanên nahiyeyên Dêrelûk û Kanî Masê ya Amêdiyê ketiye, ziyaneke mezin gihandiye deverê..."

Du roj berê wezîrê karên dereve yê Tirkiyê Hakan Fîdan li Hewlêrê bû, serok û birêvebirên Kurdistan giş li ber reqisîn, ew dan ser serê xwe. 

Bira jêra bigotana çima hûn vê zulmê li me dikin?

Çima hûn her roj gund û çiyayên me, daristanên me bombebaran dikin?

Bese e vê zulmê li me bikin, bes e daristanên me bişewitînin!

Welatê vê zulmê li meriv bike meriv qedir nade wezîrê wê, wî nade ser serê xwe.

Ji ber ku kurd dengê xwe nakin, Tirkiye jî bênabên daristanên Kurdistanê dişewitîne.

XXX

Berdevkê Hêzên Hevpeyman ên li dijî Daîşê yê berê Albay Myles Caggins gotiye:

”Ji bo herêma Kurdistanê yekîtiya hên pêşmerge gelkî muhîm e. Partiyên siyasî dibê yekîtiya hêzên pêşmerge di ser berjewendiyên xwe ra bibînin.”

Her kes viya dibêje. Lê PDKê û YNKê hetanî nuha guh nedena van daxwazan, eksê wê kirine, berjewendiyên xwe di ser yekîtiya oêşmerge ra dîtine û ji bo wê jî 32 sal in ji miletê kurd ra artêşeke netewî çênekirine. 

Ji dêlî wê, her partiyekê hêzeke xwe ya çekdar çêkiriye, ji bo ku pê xwe biparêze.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE