27 augusti 2023

Çîroka tîtî û kurdan wek hev e

Gava dibe zivistan, sar û serma, qir û qeşa dest pê dike, tîtî diqefile, dibêje, ezê xaniyekî ji xwe ra çêkim, tê da bisitirim, ev ne tu hal e.
Lê wê soza xwe tu carî bi cî nayne, her bêxanî dimîne.

Hin kurd jî gava yek qala girîngiya zimên û malwêraniya asîmîlasyonê dike, nuh hişê wan tê serî, dibêjin rast e, dibê meriv xwedî li zimanê xwe derê, dibê meriv bi zimanê xwe bipeyive.

Lê ew gav e, ew saet e, tenê forteke di Facebookê û di Twîtterê da ye, dûra ji bîr dikin, dîsa dişerqînin tirkiya xwe û bi zarokên xwe ra, bi nas û dostên xwe ra, li çarşî û bazarê tirkî dipeyivin.
Û nifş li pey nifş kurd ji ziman û kultura xwe dûr dikevn, dibin tirk...

XXX

Sibê parî parî, nîvro heta tu kanî, êvarî dixwî naxwî tu zanî.

Sibê xurnîya xwe bikin. Nîvro navroja xwe bixun, lê êvarî zêde nexun.

Di her danî da heta ji we tê zêde nexun. Xwarina zêde wek alkola zêde ye, ji siheta meriv ra ne baş e.

Guh nedin birçîbûna çêv, çav tim ji zik birçîtir e

XXX

Însan di medya sosyal da hinekî kibar hereket dikin, lê praktîk tiştekî din e.Yanî gotin û kirin new ek hev e.

Heger her kes wek di medya sosyal da bi rastî jî kibar, efendî û romantîk bûya wê demê ev yamyamên li derve hevdu dixun, hevdu dikujin kî ne, ev şer û cengên dibin kî dikin?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE