27 augusti 2023

Îro em çûn festîvalek xweş

Îro li parka nêzî mala me(Hagelbyparken) festîvalek xweş hebû. Beledîya hermêma me(Botkyrka)amade kiribû.

Şansê wan hebû hewa jî xweş bû, baran nebarî. Lema jî zarokan ji xwe ra têr lîstin û kêf kirin.


Ji bo zarokan sîrk, dans û gelek aktîvêtên xweş hazir kiribûn.

Ez û xanim bîstekê li parkê gerîyan, me li koma dansê ya hindî temaşe kir, qahwak xwe vexwar, dûra em vegerîyan malika xwe.


Di 3ê îlonê da jî festîvala kurdî heye. Festîvaleke gelkî dewlemend e. 

Şivan Perwer, Serhedo, govenda zarokan, tîyatroya zarokan û gelek aktîvîtên din hene.

Emê herinê, min zindî li Serhedo gudarî nekiriye, emê lê gudarî bikin. Serhedo xweş dike.
Min li Hanî Mojtahedî xanimê jî gudarî nekiriye.

Şivan min pir lê gudarî kiriye, êdî kêfa min jî zêde ji kilamên wî ra nayê.
Hêvî dikim gelek kurd werin.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE