28 augusti 2023

Serpêhatiya xulêm û padîşê

Di wext û zemanekî berê da adîşahek hebû, deh kûçikên wî yên gurxenêq hebûn. Kê bêemriya wî bikira, li hemberî wî raba, xulam û xizmetkarê şaşiyek bikira davêt ji ber wan kûçikan da, kûçikan ew perçe dikirin.

Rojekê xulamekî wî xeletiyek kir, padîşa pê hesiya, pir hêrs bû. Emir da leşker û xulamên xwe, got wî bavêjin ji ber kûçikan da.

Xulamê feqîr bi hustuxwarî ji padîşê ra got:

-Min deh salan ji te ra xizmet kir, nuha jî tu viya tînî serê min, tu dikî min bavêje ji ber kûçikan da. Rica min ji te, berî tu min bavêjî ji ber kûçikan da 10 rojan moletê bide min, dûra min bavêje ji ber kûçikan da.

Padîşê ev daxwaza wî qebûl kir.
Xulam çû ba bekçiyê li kûçikan dinêre, jê ra got:

-Ez dixwazim ji dêlî te ve 10 rojan li kûçikan binêrim.
Bekçî matmayî ma, hinekî dudil bû, lê daxwaza wî qebûl kir.

Xulêm dest bi xwedîkirina kûçikan kir. Kûçik her roj baş têr kirin, goşt û xwarinên herî xweş da wan, ew gerandin, bi wan ra lîst, ew şûştin, veşuştin, şe kirin. Kûçikan ji xwe ra doh rojan kêf kirin.

Deh roj qediyan, padîşê emir da xulamên xwe, got wî bavêjin ji ber kûçikan da. Emrê padîşê bi cî anîn.

Gava ew avêtin ji ber kûçikan da kûçik neçûnê, ji dêlî herinê, wî li erdê vegevizînin, wî perçeperçeyî bikin, giş li dorê viz bûn, dest û nigên wî alastin.

Padîşa, her kes matmayî ma. Padîşê bi hêrs ji xulêm ra got:
-Çi bi kûçikên min hatiye, çima wiha dikin?

Xulêm got:
-Min ji kûçikan ra deh(10) rojan tenê xizmet kir, wan jî ximeta min ji wan ra kiriye ji bîr nekirine.

Min tam deh salan bi şev û roj ji te ra xizmet kir, min her emir û daxwaza te anî cî, lê te ji ber xeletîyeke min her tişt, hemû xizmetên min ji bîr kir.

Padîşa di ciyê xwe da tevizî, nizanîbû çi bigota, ew azad kir.
Serpêhatiya vî xulamî, ev çîrok dişibe serpêhatiyên bi hezaran kurdên bûn xizmetkarên dijmin û dewleta dagirker. 

Tiştê hat serê vî xizmetkarê vê çîrokê, hatiye serê gelekên xulamên kurd jî. Roja şaşiyek kirine, roja karê dewletê bi wan qediyaye pihînek li qûna wan xistine, ew ji ber deriyê xwe qewitandine.

Numûneya herî balkêş serpêhatiya bînbaşî Qasoyê xayin(bînbaşi Kasim Ataç) e.

Gava Qaso diçe ba Atatirk û Îsmet Înunu, alîkariyê, mikefata xiyaneta xwe ji wan dixwaze, siktirî wî kirine, gotine karekî em bidin te tuneye, tu ne kût î, ne seqet î, here ji xwe ra bixebete, debara xwe bike.

Îro jî bi hezaran Qasoyên din hene, wan ji serpêhatîya Qasoyê xayin ders û ibret negirtine, lema hîn jî xizmetkarî û xulamtiya dijmin û dewleta dagirker dikin.

Ez vê çîrokê dîyarî kurdên bûne hevalên dijmin û xizmetkarên Tirkiyê dikim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE