25 augusti 2023

Ez wek hesin im

Rojekê yekî nîvliserî, hinekî dînok çû ser tuxtor, got ez nexweş im, halê min tune ye.

Tuxtor, ew baş miayene kir, dûra jî teşhîsa xwe yeko yeko jê ra li dû hev rêz kir:

-Di zikê te da av kom bûye. Di masûlkên te da kils çê bûye. Di gurçikên te da qûm heye. Di xwîna te da hesin zêde ye…

Mêrik ji xwe ne temam bû, bi carê da dîn bû, got:

-De wê da biteqize, bes e van derewan bike! Xwedêgiravî tuxtor e, li ciyê rehetiyê ez kirim malê mirinê.Tiştekî min tuneye...

XXX

Mejuyê xwe neçelqandiye

Kalekî kurd li Stenbolê hêdî hêdî dimeşiya, pê li qalikê mûzê kir, şemitî li ser qûnê li erdê ket. Yê li dû wî dimeşiye baz da ew ji erdê rakir, pê ra hinekî meşiya, piştî çend gotinan ji kalo ra got:

-Ez ji AKPê me, hêvî dikim tu yê raya xwe bidî partiya me.

Kalê kurd bala xwe dayê, murûzê xwe tirş kir, got:

-Heyran ez ketim min qûna xwe li erdê xist, min mejuyê xwe neçelqand…

XXX

Masîgir

Rojekê dînek li şaneşîna(balkona) xaniyê xwe rûniştibû, olta xwe bera jêr dabû, fena ku masîya digire.

Yekî ji wir derbas dibû, jê pirsî:

-Ma te çend masî girtin?

Yê dîn got:

-Law ma tu dîn î, masî li vir çi digere?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE