30 augusti 2023

Nikanim bîna xwe bigirim

Dînekî li hewşa nexweşxanê dixwest xwe bi darda(îmdam) ke. Seriyekî ben li darê girê da bû, seriyek jî li nava xwe gerandibû.

Personalekî nexweşxanê jê pirsî:

-Tu çi dikî?

-Ma tu nabînî, ez xwe bi darda dikim.

-Gerek tu ben li hustuyê xwe bigerînî, ne li nava xwe.

-Min ew jî ceriband. Wê demê jî nikanim bîna xwe bigrim.

 

Pûlis û zarok

Rojekê zarokekî biçûk wenda bûbû. Pûlisan ew dîtibûn, ji bo ku bibin mala wî, gotin mala te li ku ye?

Zarok:

-Mala me li hemberî parkê ye.

Pûlisan gotin:

-Park li ku ye?

Zarok:

-Park li hemberî mala me ye.

 

Pisikeke din e

Şevekê du dîn ji tîmaxanê(nexweşxanê)reviyabûn, li bexçê nexweşxanê dema dîtin bekçî ji hember da tê, her yekî xwe di pişt dareke mezin da veşart.

Xiştexişta li pişt darê bala bekçî kişand, got:

-Ew kî ye?

Yekî wek pisikê kir mîyew, mîyew…

Bekçî wê da neçû, riya xwe domand. Ji pişt dareka din jî xiştîn hat. Bekçî dîsa got:

-Ew kî ye?

-Ew jî pisikeke din e.

 

Kûpê êqil

Yê dîn ewê ji nexweşxanê tabûrcî biba, sertabîb miayena wî ya dawî kir, jê pirsî:

-Destê te li ku ye?

Dîn destê xwe nîşan da.

-Çîpa te li ku ye?

Dîn çîpa xwe nîşan da.

-Pozê te li ku ye?

Dîn pozê xwe jî nîşan da.

-Çavên te li ku ne?

Dîn herdu çavên xwe jî nîşan da.

-Birû û bijangên te li ku ne?

Camêr tiliya xwe da ser biru û bijangên xwe jî.

Sertabîb ji tuxtoran ra dibêje:

-Berdin bira here, baş bûye.

Piştî hekîm ji hundur derket yê dîn destê xwe danî ser navika xwe, got:

-Ev serî kûpê êqil e, hetanî ev aqil bi min ra hebe helbet hûnê min berdin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE