29 augusti 2023

Kar ker e, tu bajo ewê here


Îro li Stockholmê hewa xweş e, hin hevalên min xanimên xwe dane bin çengên xwe û berê xwe dane nava bajêr, gerr û seyranê.

Ez jî ketime hinge dinga bojaxkirina deriyê hewşê.

Min haziriya xwe kiriye, bîstike din ezê deriyê hewşê yê hesinî boyax bikim.
Ez ne hoste me, xulqê min tuneye zêde pêda bikevim, bi makînê verojim û nizanim çi û çi bikim.
Ezê hema lê bimeliqînim.
Yanî ezê hinekî paqij bikim, bişom û dûra boyaxê li ser xînim.

Derîyekî deqora wî bela ye, xuloxwarî ye, boyaxkirin gelkî zahmet e.

Min bi pijiqandinê boyax kira rehet bû, lê li Bauhausê hote got boyaxa bi pijiqandinê erzan e lê ne umirdirêj e. Lema min karê zor da ber xwe.

Hesin e qilêr bûye, hin deran zeng girtiye. Ev çend roj in xanimê ço kiriye pişta min, dibêje hutil-batil tu yê vî derî boyax bikî.

Ji mecbûrî do min çû qutyak boyaxa reş kirî, bîsteke din ezê dest bi boyaxkirinê bikim.


Ez du sê saetan pê da ketim, min qedand, ji berê baştir bû.

Dostekî gotiye piştî te qedand rismekî parve bike.
Ji ber pirbûna kar min girtina risim ji bîr kir.

Min nuha du sê risim girtin, lê roj çûye ava, hêvî dikim xuya bike.

Min ne boyaxa derî tenê, çend karên din jî di ber ra kir. Min darên dora hewşê birîn, dûzanek dayê, boyaxa saca dora mexzenê jî weşiya bû, min ew jî boyax kir, gîha hewşê çinî.

Erê ez westiyam, lê gava kar diqede xweş e, meriv bextewar dibe. Kar cewherl însên e. Kar bi kirinê, ker bi ajotinê.

Gava bexçê hewşê bi rêk û pêk be xweş e, ez nahêlim gîha li hewşê bibe hoşib. Di hewşa me da tim tekûzî, paqijî heye.

XXX

Do min di Kurd FM-Dengê hunera Kurdî da li Aynur Dogan xanimê gudarî kir.

Ev cara pêşî ye li van sitranên wê gudarî dikim. Aynûr xanim di vê kaseta xwe da gelek kilamên herêma Semsûrê pir xweş bi hostayî dibêje.

Vê kanalê berê tenê muzîka kurdî lêdixist. Nuha min ferq kir tirkî û erebî jî lêdixe. Ezê hew lê gudarî bikim.

Hûn jî li kanalên muzîka tirkî, erebî lêdixin gudarî nekin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE