29 augusti 2023

Min tiştek bi dest nexist

Min xwest tiştekî fêr bibim lê min pûş kuta, min tu havil nekir; min tiştek bi ser avê nexist, pirsa min bêbersîv ma.
Do min pirsek ji hemşeriyên xwe yên wêranşarî kir.
Min got, gelo çend nivîskarên wêranşarî yên xwedî kitêb hene?
Min xwest bizanibim hela çend nivîskarên wêranşarî hene û ji wan çend kes bi kurmancî dinivîsin?
Hemşeriyên min kesî bersîv neda. Wer xuya dike di medyaya sosyal da wêranşarî hindik in, yên hene jî ya naxwazin bersîvê bidin, ya jî di xwe ra nabînin. 

Belkî jî nivîskarên li gorî dilê wan tune ne, çend zexel-mexelên hene jî bi tirkî dinivîsin, naxwazin navên wan têkevin defteran.

Lê bi qasî ez dibînim nivîskarên wêranşarê yên bi kurmancî dinivîsin pir hindik in. Nabe meriv bi Qoserê, Dêrikê, Nisêbînê ra miqayese bike.

Çima wiha ye, çima nivîskar kêm ji Wêranşarê derdên hêjayî lêkolînekê ye. Li Wêranşarê kurmancî hîn jî serdest e.

Li yek gundê wêranşarê jî kes bi tirkî napeyive. Hin xerîbên ne Wêranşarî bi tirkî dipeyivin, lê Wêranşarî kesên bi kurancî dipeyivin ji yên bi tirkî dipeyivin zêdetir in.
Ev çavdêriya min e.

Nivîskarên bi kurmancî dinivîsin û navên wan hat bîra min ev in.
Îbrahîm Osman
Newafê Mîro
Silêman Kaya
Sirac Kirci
Mimkûn e çend hebên din jî hebin, lê ez wan nas nakim. Heger hinek ji min bibêjin ezê navên wan jî lê zêde bikim.

Çend hebên bi tirkî dinivîsin hene, ez navên wan nadim.

Keçikek bi navê Meral Bayram heye, ji Wêranşarê ye, şair e. Sê kitêbên wê derketine. Lê ez nas nakim, nizanim keça kê ye?
Meral Bayram xanimê di hevpeyvîneke xwe da gotiye ew kitêbeke çîrokan hazir dike, kitêb ewê bi kurmancî be.
20 sal in li Edenê dijî û sê zarokên wê hene.

Kurmancîya wê ya nivîskî zêde ne baş e, lê ew li ser dixebite. Van agahdariyên wê nîşan dide kurmancî zane û dixwaze bi kurmancî binivîsîne. 

Navê kitêbeke wê ”Feryada zimanekî qedexe”!
Ji ber şairek jin ji Wêranşarê derketiye kêfxweş bûm, lê ev kitêba min dît bi tirkî ye, xwezî bi kurdî bûya. Hêvî dikim di rojên pêş da bi kurmancî dom bike.

Min dixwest wêranşariyên bi kurdî dinivîsînin nas bikim. Çimkî ev 43 sal e ez ji Wêranşarê derketime, lema ez ciwanên nuh rabûne nas nakim. Hêvî dikim jimara wan zêde be.

Sala 2010a dema ez vegerîyam welêt ji min ra qala Silêman Kaya kirin. Me hevdu dît. Wî xiyabî ez nas dikirim, gava hat ba min, ev şiîra da min, got min li ser te nivîsîye.

Ev bû serê sî salî
tim bi axîn û nalî
hat warê bav û kala
gihîşt yar û hevala
kurdekî swêdîye
me hîn hevûdu nedîye
jê ra kirine bahsa min
nivîs û helbestên min
dibêjin Swêd xweş e
bê diz û bê keleş e
jiyan li wir bihuşt e
ji we ra ne tu tişt e
bi axîn û keser in
tim navê wan koçerber in
dayika we ye welat
tim bo wê bikin xebat
ey kurdê Kurdistanî
min hinekî li hev anî
bo te dikim diyarî
rû neguhere ji vî warî

 ///Silêman Kaya
Wêranşar
Havîna 201a.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE