30 augusti 2023

Meraqa min netîceyeke baş da

Baş bû, tahb û sahba min, keda min bi avê da neçû, bi derengî be jî ez rastî hemşerîyekî xwe yê nivîskar hatim. Kêfxweş bûm.
Çima hetanî nuha me hevdu nas nekiriye ez nizanim. Di Facebookê da em hevalên hev in, lê heta nuha xwe bi min nedabû nasîn.
Hemşeriyên min pir bêdeng in, wek nivîskarên hin bajaran zêde reqla xwe nakin. Lema jî kes bi wan nahese.

Navê wî Abdurrehîm Kiliç e, sê kitêbên wî hene. Yek bi kurmancî ye(Dilopên Jiyanê), herduyên din jî bi tirkî ne.

Hemşeriyê minê ezîz xwe û berhemên xwe wiha daye nasîn:

”Merhaba keko, ez Kumnexşi me, hem bi Kurmancî hem bi Tirkî pirtukê min henin. Dilopên Jiyanê, Cebimdeki Çakıl Taşları, Yasaktır Bu Aşktan Çıkmak... Û demeke nêzde dê pirtukeke bi navê 'Ji bo Fîlmekî Senaryo " were weşandin. Cara yekem bi Kurdî pirtukek li ser senaryo tê nivîsandin. Di xêr û xweşiyê de bimînî”

Bi vê bersîva te ez pir kêfxweş bûm. Baş bû te ev bersîva xweş da û min tu nas kir.
Sê kitêbên te hene, yek bi kurmancî ye, lê heta nuha min tu nas nekiriye.
Tiştekî ecêb e.
Kêmbûna nivîskarên wêranşarê yên bi kurmancî dinivîsin ez pir xemgîn dikirim. Şikir tu jî li çendekên hene zêde bûyî.
Ezê li berhemên te bipirsim, hewil bidim wan bi dest xînim.
Di dawiya 1970î da ez li nav Kumnexşan gelkî gerîyam, me propaganda kurdperweriyê dikir, li gundan me ji xwe ra heval çêdikirin.
Çend hevalên me yên Kumnexşî çêbûn, nuha navên wan nayê bîra min.
Ji ber tu kumneşîyî nuha kurmancîya te pir baş e, ji bersîva te jî ev yek xuya dibe. Hêvî dikim tu kitêbên kurmancî zêde, yên tirkî kêm bikî.
Li gundan, di nav milet da gelek serpêhatî û çîrokên xweş hene. Wan kom bike, bi kar bîne.
Gelek silavên dostaniyê
Bimîne di nav xêr û xweşiyê da

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE