30 augusti 2023

Were mala me bibîne halê me

Baltevan dar birrî, çûka ser serê darê hêvîya xwe ji Xwedê nebirrî.

Rewşa me kurdan ji çûka ser darê ne baştir e, çar keriyên gurên har çarhawêlî me girtine û em jî destvala ne.
Keriyên guran tim di êrîşê da ne, me dixun û me dixun, tu carî têr nabin.

Serbazên me jî ne şareze û ne li hev in. Ne kanin me biparêzin, ne jî ji keriyên guran xelas bikin.
Ew pir in, em hindik in.
Ew xurt in, em zeîf in.

Ev yek moralê milet xera dike.

Were mala me bibîne halê me.

Lê dîsa jî em xwe qudûmşikestî û bêhêvî nakin. Qey ewê baş bibe. Kes nizane sibe ewê çi bibe. Surprîzên dinyayê pir in.

XXX

Berpirsiyarên Tirkiyê, kemalîst  li ser 30ê tebaxê roja ”zafera” wan di medyayê da dûman bi erdê xistine, barek derew li hev tînin. 

Him derew belaş e, him jî sened û qoçana derewa tune ye, lema jî mêrikan li ser Ataturkê xwe, li ser zafera wî xweş li hev tînin.

Derewên xwe hewqasî tekrar dikin êdî piraniya tirkan jê bawer dikinê Kêfa her kesî ji qehremanan ra tê, dixwaze bira bêbingeh be.

 

XXX

Qedera xerab girêka gûyîn e, ne bi dest vedibe, ne jî bi diranan.

Qedera me kurdan jî dişibe qedera gûyîn, ev dused sal in em li ber didin bêxwediyê venabe, em ne kanin bi dest vekin, ne jî bi diranan.

Bûye Girêka Gordîon, ji bo vekirinê jê ra Îskenderek lazim e

XXX

Daxwazek ji Rûdawê!

Xelk ji min dipirse, dibêje gelo Jasmîn Moghbelîya astronot a çûye fezayê ew bi xwe dibêje ez kurd im ya na?

Ez nizanim dibêje ez kurd im ya na, lema jî nikanim bersîva vê pirsê bidim.

Min xeber ji Rûdawê girt. Rica min ji Rûdawê bersîva vê pirsê bide.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE