19 augusti 2023

Fanatîzim însên dike sadîst û qatilê hevalê xwe

Nivîskarekî bi navê Aytekîn Yilmaz kitêbeke bi navê ”Kuştina hevalê xwe” nivîsîye. Navê kitêbê bi tirkî, ”Yoldaşini Oldurmek”e.

Ez Aytekîn Yilmaz nas nakim, nizanim kî ye, ji ku ye, fikrê wî çi ye?
Diyar e berê merivekî çep bûye û çend salan di hefsê da maye. Hevalê kîjan partiyê bûye nizanim.

Di twîtterê ra çend caran rastî hin parvekirinên wî yên li ser kesên di girtîgehan da ji alî hevalên xwe va hatine kuştin hatim. Tiştên qal dike meriv matmayî dihêle, meriv nikane bawer bike.

Gelek kes di zindanan da bi îthama ajantî kirine, di îşkenceyê da navên hevalên xwe dane bi sadîstî hatine kuştin.

Hin îdîa rast bûne, lê gelekên wan ne rast bûne, dûra derketiye derew bûye.
Min nikanîbû nivîsek jî hetanî dawiyê bixwenda.

Ez nikanim tiştên sadîstî bixwînim. Fîlmên şîdet, kuştin, xwîn têda hebe ez qet temaşe nakim.

Qala wahşet, hovîtîyên wiha dike gurrûzî digre canê meriv, meriv lal dibe.

Însan çawa kane hevalê xwe bi îşkencê bikuje, çawa kane hewqasî sadîst be ez fêm nakim?

Lê dîyar e îdeolojî, fanatîzim însên kane bike qatilê hevalê xwe, bike sadîst.

Baş bûye mêrik dest avêtiye vê trajedîya nedîtî, ev wahşet kiriye belgeyeke tarîxî.

XXX
Rewşa aborîya Tirkiyê roj bi roj xerabtir dibe. Di 7 mehan da 11 hezar karxane, şîrket hatine girtin. Dolara Amerîka 27 lîre derbas kiriye.

Baş bûye, înşela xerabtir bibe, nikanibin pişta xwe rast bikin.

Palikê ker şallê tim di bin zikê ker da be, ya na ewê bide zîtikan.

XXX

Profesorekî tirk nexweş ketiye, rakirine nexweşxanê. Malpera CNNê gotiye filan keso rakirine nexweşxanê, em li bende duayên we ne.

Heyran, heger dua ewê bibe derman, çima we mêrik biriye nexweşxanê, ser tuxtoran?

Ev jî modeyek nuh e, kî nexweş dikeve jê ra kampanîya duayê didin destpêkirin.

Însan kanin li ba xwe dua bikin, lê di medyayê da daxwaza vê yekê adeteke nuh e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE