20 augusti 2023

Çima van rojan deng ji serokê Tirkiyê Erdogan nayê?

Ev demeke ji serokê Tirkiyê Erdogan deng dernayê. Ne dibêje him, ne dibêje, gim. Ne derdikeve telewîzyonekê, ne beyanekê dide, ne jî gefekê li kesî dixwe.
Ev ne rewşeke normal e. Erdogan ne ew mêrê hewqas roj devê xwe bigire, bêdeng bimîne.

Medya tirk jî qet qala wî nake, rismê gereke wî, serdaneka wî, axaftineke wî belav nake.
Ev bêdengî ne li gorî Erdogan e.

Gelo ez di guhê da me, nabihîzim ya jî tiştek bi mêrik hatiye?

Ez medya tirk taqîb nakim, belkî jî ji wê ye.

Lê medya kurd jî van roja qet qala wî nake. Xebera beyaneke wî, ya gereke wî nade. Ev demeke fena ku Erdogan li Tirkiyê tunebe.

Ev ne rewşeke normal e.

Erdogan çawa kane hewqas roj bêdeng bimîne?
Miheqeq problemeke heye.
Ez dibêjim ev bêdengî ne normal e, problemek heye. . Îhtîmala nexweşekî giran e heye. Çomkî nexweşîya wî tê zanîn, belkî lê giran bûye.

XXX

Albert Einstein pirsîn e:

-Însanê hewqasî aqilmend e kane ji perçebûna atomê enerjîyê bi dest xîne, lê ew çawa kane hewqasî ehmeq be nikane rê li ber bikaranîna atoma kane qirra însên bîne bigire?

Einstein gotiye:

-Wê demê fêrbûna siyasetê ji fizîkê zahmettir e.

 XXX

Profesorê tirk Naci Gorur gotiye li Tirkiyê 100 hezar xanî di talûkeya hulşandinê da ne.

Wele 100 hezar ne tişteke, xaniyên bi erhejeke hinekî zêde hulşin belkî deh qat, bîst qat ji vê jimarê zêdetir e.

Berê sextekarî, diziyê û hîlekariyê dikin, xaniyên ne saxlem çê dikin, dûra jî bi salan dikin leqleq.

Tirkiye dewleteke ji asas da sexte û xerabe ye. Yanî asasê dewletê ne saxlem e, gava asasê dewletê ne saxlem be, xaniyên lê dikin jî ewê ne saxlem be. Ji hesinê xerab şûrê baş çênabe. 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE