18 augusti 2023

Hin rojan dimînim di nabêna Xelîl û Celîl da

Her sibe gava ez kompîtora xwe vedikim, li ser me kurdan çavên xwe li xebereke xêrê, li ilm û ulûmeke meriv kêfxweş û dilşa bike digerînim. 

Wek korê destê xwe li derdora xwe bipelîne.

Gava xebereke xêrê nabînim, tiştên meriv reşbîn û xeyalşikestî dikin dibînim, wan ji nedî va têm, qala wan jî nakim.

Naxwazim serê sibê ya elah, ya fetah moralê dost û hevalên xwe xera bikim.
Hin rojan dimînim di nabêna Xelîl û Celîl da. Tû kim jor simêl e, tû kim jêr rî ye. Meriv mecbûr dibe xwezîya xwe daqultîne.

Lema jî hin sibehan pêkenînan dinivîsînim. Îro min tu pêkenîn nenivîsî.

XXX

Ev çend roj bûn li Stockholmê hewa xweş bû, ez û xanim rojê diçûn dereke me nedîtibû, me ji xwe ra kêf kir.

Lê rojên xweş zû qediyan, îro dinya ewr e, 15 derece germ e. Lî dîsa jî ne xerab e, piştî nîvro kane baştir bibe.

Roja xweş ji sibê da belî ye. Wer xuya ye îro ewê ge ewr be, ge sayî be.

Havîna Swêd zû diqede, payiza rengîn zû tê.

XXX

Tirkiye û Kurdistan bûne Afganîsatan, tirk û kurd jî bûna Talîban, di 7 mehên îsla da tam 227 jin kuştine.

Mêrên tirk û kurd baş ji medenîyetê, ji însanîyetê dûr ketine. Rejîmên îslamî li her derê mêran dikin neyar û qatilên jinan.

Ev çend roj bûn li Stockholmê hewa xweş bû, ez û xanim rojê diçûn dereke me nedîtibû, me ji xwe ra kêf kir.

Lê rojên xweş zû qediyan, îro dinya ewr e, 15 derece germ e.

Roja xweş ji sipê da belî ye. Wer xuya ye îro ewê ge ewr be, ge sayî be.

Havîna Swêd zû diqede, payiza rengîn zû tê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE