09 augusti 2021

Wesîyeta li ber mirinê

Îzaqê cihû(yahûdî)ketibû sikratê, li ber mirinê bû. Ji bo ku guh bidin temî û wesîyên wî, malbat, zarokên wî giş li dorê kom bûbûn.

Îzaq ji zarokên xwe pirsî:

-Diya we li vir e?

-Erê bavo.

-Keça min Rebeka li vir e?

-Erê bavo.

-Keça min a mezin Reşal jî li vir e?

-Erê ew jî li vir e.

-Lawê min Salamon ew jî li vir e?

-Erê, ew jî li vir e.

Lawê min ê mezin Yaqûb, ew jî li vir e?

-Erê bavo, ew jî li vir e.

-Yanî malbat, hûn hemû li vir in?

Erê bavo, hemû li vir in.

Îzaqê li ber mirinê ji nişka ve çavê xwe vekir, bi hêrs hêzî ser xwe kir, bi dengekî hêlî got:

-Wey li min bavo! Ê baş e le kî li ber dikanê maye, ma qey we dikan kilît kiriye?


Derew

Mark Twain di civînekê da ji xanimekê ra gotiye:

-Hûn pir bedew in.

Jinikê gotiye:

-Çi heyf, ezê nikanibim bi eynî şiklî pesnê te bidim.

Li ser vê gotina jinikê Mark Twain gotiye:

-Xatûn, wê demê tu jî wek min kir, derewekê bike.

 

Daxwaza dawî

Li Çînê împeratorekî qeşmerê xwe mehkûmî îdamê(dardekirinê) kiribû. Berî îdamê feqîro li hember xwe da rûnişkandin û jê ra got:

-Ez dixwazim çêyîyeke herî dawî bi te bikim. Tu dixwazî çawa bimrî tu bi xwe hilbijêre.

-Mîrê min, wê demê ez dixwazim kal bibim û dûra bimrim, ne nuha.

Împerator kenîye, got:

-Te dîsa xweş kir, min tu efû kir.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE