09 augusti 2021

Bi sipasnameya Kitêbxaneya Kurdî pir kêfxweş bûm

Birêvebirê Kitêbxaneya Kurdî, dostê minê ezîz Newzad Hirorî ji bo kitêbên min do dîyarî Kitêbxaneyê kirin, ji min ra sipasnameyek şandiye.

Bi vê sipasnameya Newzad Hirorî ez gelkî kêfxweş bûm, mala wî ava be.

Min tiştekî mezin nekiriye, min wezîfa xwe kiriye. Kitêbxaneya Kurdî dezgeheke me ya netewî ye, ji ber ku dewleta me tuneye, dezgeheke wê fînanse bike tuneye. Lema jî dibê em lê xwedî derkevin, ji bo ku neyê girtin madî, manewî alîkariyê pê ra bikin. Bêxwedî nehêlin, tim çavê me li ser be.

Dibê wek milet em li dezgehên xwe yên netewî xwedî derkevin. Heger em viya nekin, heger kurdên xwedî îmkan, kurdên zengîn destegê nedin Kitêbxaneya Kurdî û dezgehên wek wê, bêguman umrê wan dirêj nabe.

Yê min heta nuha çi ji destê min hetiye min tu carî texsîr nekiriye. Û bi vê alîkarîya xwe jî ez serbilind im.
Careke din sipas ji bo sipasnameyê.


Sipasnameya birêvebirê Kibêbxaneya Kurdî Newzad Hirorî û bersîva min.

Kitêbxaneya Kurdî
Kurdiska Biblioteket •
Kurdish Library
كتێبخانهی كوردی
Spasname
Hêja Zinarê Xamo,
Em gelek spasiya te dikin ku te îro 7 qutî/karton yên tije kitêb, kovar û dokument bi diyarî dan Kitêbxaneya Kurdî ya Stockholmê.
Em kar û xebata te pîroz dikin û ji bo helwêsta te di heqê Kitêbxaneya Kurdî de spasiya te dikin.
Em hêvdar in ku tu û malbata te her sax û silamet bin û serketinê bo te dixwazin.
Li gel rêz û silavan

Newzad Hirori
Birêveberê kitêbxaneyê

Gelek sipas birayé minê ezîz. Min tiştekî mezin nekiriye, min wezîfa xwe kiriye. Gelek silavén biratiyê.

Zinaré Xamo

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE