08 augusti 2021

Tirk li ber çavê me welatê me li xelkê belav dikin

Tirkan çawa ku di hengameya Şerê Yekê yê Cîhanê da êrmenî qir kirin û yên mayî jî bi çolan xistin, nuha jî di vê teqereq, teşxele û qelebalixa koçberan da bi milyonan ozbek, qirxiz, ereb û kesên din li Kurdistanê bi cî war dikin.

Yanî tiştê li Efrînê û li Serê Kanîyê kirin, ewê li her bajarê kurdayetî lê xurt e, kurd lê di piranîyê da ne bikin, kurdan li welatê wan bikin mînorîtêteke biçûk.

Ev sad sal e tirk ji bo ku demografîya Kurdistanê biguherînin bi rengekî bênabên ji Kafkasan, ji Balkanan û ji gelek derên din mahciran tînin li Kurdîstanê belav dikin.

Mêrikan bi vê riyê demografîya Entabê, Meraşê, Meletyê, Sêwasê, Xarpêtê, Erzeromê, Erzînganê, Rihayê, Efrînê, Serê Kaniyê û gelek qeza û bajarên din guherandin.

Nuha jî ozbekan ji Efxenîstanê dikşînin Kurdistanê. Hin kurdên korfahm jî vê pilna tirkan nabînin, dibin abûqatên efxanan.

Tirk li ber çavê me welatê me li xelkê belav dikin û me jî bi çol û çepelan dixin, di metropolên Tirkiyê da mahkûmî asîmîlasyonê dikin.

XXX

Min texmîn dikir tirk belasebeb bi sedhezaran efxanan naynin. Bi îhtîmaleke mezin ewê ozbek bin. Min ev yek çend caran got. Nuha ez fêr bûm belkî ji sedî 90ê efxanên tên ozbek in. Tirk wan tînin, ji bo ku li Kurdistanê bi cî bikin.

Çimkî tirk ozbekan ji xwe dihesibînin, ew jî wek tirkan tavilê dibin neyarên kurdan.

Tirkan 30 sal berê jî bi hezaran ozbek li Wanê, li Bedlîsê, li Agiriyê, li Serê Kaniyê bi cî kirin,giş jî bûne çekdarên dewletê. Hin kurd jî bûne şûrkêşên van zilamên tirkan. Aqil tunebe meriv dibe piştgirê neyarê xwe.

Kurdê piştgiriyê dide bicîbûna efxanan li Kurdistanê ya korfahm e, ya jî destegê dide siyaseta Tirkiyê.

Tirk bicîkirina ozbekan li Kurdistanê di bin navê koçberan da dikin. Lê di rastiyê da ev pilana guhertina demografîya Kurdistanê ye, dixwazin bi vî hawî kurdan li Kurdistanê bikin mînorîtet.

Her ozbekê, efxanê li Kurdistanê bi cî bibe sedîsed çekdarê dewleta tirk e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE