10 augusti 2021

Gerek em ji vî halê zelûl xelas bibin

Gerek em bindestîya xwe, vî halê xwe yê perîşan wek qedera xwe nebînin û qebûl nekin.

Ev bindestîya me ne qedera  me ye, em ji qal û bela, ji makzayî da ne bindest bûn. Dibê em viya bizanibin.

Tirkan welatê me dagir kirin û em jî kirin bindest. Gerek em van dagirkerên xerîb, van zulimkarên devbixwîn ji welatê xwe derxin, bi şev û roj ji bo wê bixebitin.
Heta em bindest bin, heta em nebin xwedî dewlet, heta Kurdistan çê nebe halê me ewê tim ev perîşanî be, li tu beşekî Kurdistanê, heta li dereke cîhanê ji je me ra rehetî tuneye.

 XXX

Dibê meriv bawer neke her tim wek meriv e, meriv tim rast difikire, tu carî şaş nafikire. Çimkî şaşiyên dibin giş bi zanetî nayên kirin, gelekên wan bi nezanî, ji ber ku meriv şaş difikire tên kirin.

Heger ne wer bûya li dinyayê ewê poşmanî tunebûya.

 XXX

”Hûn ji kobra ra bibêjin mar jî, hûn bibêjin mîrê hêja jî ewê bi we vede.”

Ev gotina wecîz wek şîreteke li me kurdan hatibe kirin, dibê em tu carî bawerîyê bi neyarên xwe neynin.

Ji tarîxa me ya nêz em dibînin ereban, faristan û tirkan çi bêbextî bi me ra kirine.

 XXX

”Jin sinetkar in, pîvana bihayê sinetê wê, hêjayîya sinetê wê mala wê ye.”

Çimkî mal her tim ji mêr bêtir ya jinê ye û jin jî tim bi vî çavî li mala xwe dinêre. Mêr li mala xwe wek mîvanekî daimî dibîne.

 XXX

Ji Mark Twaîn çend gotinên xweş:

-Cehalet ne nezanî ye. Cehalet, nezanîya bi nezanbûna xwe ye.

-Her kes dişibe hîvê. Alîyekî wî yê tarî heye, lê wiya rê kesî nade.

-Heger hûn kûçikekî bêxwedî bigrin bibin mal, xwedî bikin, rehetiyê bidinê, ewê ranehîje we. Ferqa esasî ya nabêna însên û kûçik ev e.

-Di heqê Cinet û Cehnimê da naxwazim tiştekî bibêjim., çimkî di her duyan da jî dostên min hene. 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE