10 augusti 2021

Çend gotin li ser zimanê kitêba Bayram Bozyel

Bayram Bozyel sîyasetmedarekî Kurdistanî, welatparêz, fedekar û gelkî jî aktîf e.

Bi kêmanî ev 40 sal e di nava sîyasetê da ye, ji bo kurd û Kurdistanê, li gorî îmkan û hêza xwe ji bo azadî û serxwebûna gelê xwe dixebite.

Di vê vê riyê da gelek ezîyet û cefa kişandiye, di sala 1982a da hatiye girtin, 5 salan di zindana Diyarbekrê da maye, îşkenceyên nemayî dîtiye.

Piştî ji hevsê derketîye li mala xwe rûneniştiye, xebata xwe ya ji bo kurd û Kurdistanê domandiye, di kovar û rojnameyan da nivîsîye, wek endamekî TKSPê xebata xwe domandiye, du caran jî seokaîya Hak-Parê kiriye.

Bayram Bozyel her wisa di her xebat û aktîvîteyên ji bo zimanê kurdî da jî cî girtiye, bi navê partîya xwe tim bûye yek ji pêşengên perwerdeya bi kurdî.

Beşdarî her civîn û hereketa ji bo perwerdeya kurdî bûye, li dijî asîmîlayonê gelek nivîs nivîye.
Yanî Bayram Bozyel ne siyasetmedarekî laletayîn e, ne merivekî ji dereca sisê ya, çara ye, ew sîyasetmedarekî sereke, jîr û zana ye.

A merivekî wiha, siyasetmedarekî hewqasî bîrewer, li dijî asîmîlasyonê kitêbeke bi zimanê tirkî, bi navê ”Demokrasî uzerine duşunmek” çap kiriye.

Bayram Bozyel ne merivekî bi kurmancî nizane, kurmacîya wî bi qasî tirkîya wî baş e.
Lê dîsa jî kitêba xwe ne bi kurdî, bi tirkî nivîsîye.

Lê ne ev kitêb tenê bi tirkî nivîsîye, çar kitêbên wî yên din jî bi tirkî ne; ev dibe kitêba pênca ye.
Kitêbên wî bi kurdî hene, tunene ez nizanim. Ez lê gerîyam min nedît. Heger hebin jî nivîslarîya bi tirkî rast û bi heq nake.

Yanî sîyasetmedarekî ji dereca yekê, kurdîya wî pir baş, qelema wî xurt, di her platforma zimanê kurdî da yek ji pêşengên tevgerê, ji kurdan ra dibêje li zimanê xwe xwedî derkevin, lê ew bi xwe pênc kitêbên xwe ne bi kurdî, bi tirkî dinivîse.

Heger Bayram Bozyel, siyasetmedarekî hewqasî welatperwer, bîrewer û bi kurdî jî baş zane, bi kurdî nenivîse, ma kî yê binivîse?
Ma şivan û gavan ewê bi kurdî binivîsin?

Bayram Bozyel bi kurdî nizanîbûya minê bigota de nizane, gazin jê nabe. Lê ez zanim kurmancîya Bayram Bozyel bi qasî tirkîya wî baş e. Lê dîsa jî nanivîse?
Gelo ji bo çi?

Dibê gelşek, kêmasîyek di me da, di hestên me da, di dil û mejiyê me da hebe, nahêle em bi kurdî binivîsin.

Aktîvîstekî zimanê kurdî, siyasetmedarekî haya wî ji felaketa asîmîlasyonê heye, bi rehetî bi tirkî dinivîse, di viya da tu şaşiyekê nabîne.

Ev du sê sal in Bayram Bozyel û jevalên xwe di civînan da, bi beyan û belavokan gazî li kurdan dikin, dibêjin li zimanê xwe xwedî derkevin, lê ew bi xwe di nivîsîna kitêbekê bi tirkî tu şaşiyê, tu qusûrê nabîne !

Ev ne tiştekî normal e, dibê meriv li ser vê meselê raweste, viya analîz bike, siyasetmedarên me yên bi kurdî zanin çima bi kurdî nanivîsin?

Helbet ev yek ne mexsûsî Bayram Bozyel tenê ye, bi sedan kesên wek kekê Bayram Bozyel hene. Ev gazin û rexneya min ji bo wan e jî.

Ya din jî, bi sedan kurdên li dijî asîmîlasyonê ne, kurdên xwedêgiravî ehemîyetê didin kurdî pesnê Bayram Bozyel dane, ji bo ku wî ev kitêb bi tirkî nivîsîye ew pîroz kirine, berhema wî ecibandine.
Kesî negotiye te çima bi tirkî nivîsîye?
Te çima bi kurdî nenivîye?

Di nav çend sed kes da min nedî kesî ew rexne kiribe, her kesî gotiye ”her bijî !”

Û giş jî xwedêgiravî dibêjin gerek meriv bi zimanê xwe binivîse…

Yanî kesên ji bo kurdî dikin qîrîn û hawar, pêxîla xwe diçirînin jî ji bo vê kitêba bi tirkî Bayram Bozyel teqdîr û pîroz kirine. Gava milet ev milet e, zana ev zana bin, nasyonalîst ev nasyonalîst bin kes bi şaşiya xwe nahese, kes dev ji tirkî bernade.

Zexta der û dorê û civatê li ser kesên tirkîhez tuneye. Gava wiha be kes li şaşiya xwe hay nabe.

Serok û endamên platforma zimanê kurdî jî bi tirkî binivîsin, bi zarokên xwe ra bi tirkî biaxafin kes wan rexne nake, kes nabêje bira, ma ne dibê hûn ji xelkê ra bibin numûne, gotin û praktîka we çima hev nagire?

Heta eyarê civata me, miletê hewqasî fire be Bayram Bozyel û bi sedan siyasetmedar û nivîskar ewê bi tirkî binivîsin.

Parastina kurdî tenê leqleqa vala û vir e, kes ji xwe, ji mala xwe dest pê nake. Her kes şîreta li milet dike.

Çimkî kes ne di zanîn û şiûra  çewtîya xwe da ye. Gava însan nizanibe tiştê dike şaş e, ne di wê şiûrê da be, li şaşiya xwe hay nabe, dom dike.
Ji bo însan bi şaşiya xwe bihese dibê hinek bibêjin, hinek rexne bikin. Li ba me ew tuneye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE